Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Helebê xebatên pêşxistina zimanê Kurdî

Li Helebê xebatên pêşxistina zimanê Kurdî

Yekîtiya Mamosteyan li Rojavayê Kurdistanê ya Helebê, bi armanca pêşxistina zimanê Kurdî semînerek li navenda Rustem a ziman li dar xist.

Semîner bi beşdariya bi dehan kesî hate lidarxistin. Di semînerê de seroka yakîtiya Mamosteyan Gulîstan Sîdo li ser giringiya zimanê dayikê, pêşxistina çanda kurdî û têkiliyên di navbera ziman û çandê de axivî.

Her wiha Sîdo bal kişand li ser rola stran û wêjeya devkî di parastina zimanê kurdî de û rola ziman zan û lêkolînerin ku dirbarê pêşxistina zimanê kurdide tevdigerin anî ziman.