Li Beyrûdê teqîn: 14 mirî, 200 birîndar

Li Beyrûdê teqîn: 14 mirî, 200 birîndar

Li başûrê paytexta Libnan Beyrûdê, di encama teqînekê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Xaça Sor û artêşê, di teqîna li paytext Beyrûdê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn.

Berdevkekî artêşa Libnanê da xuyakirin ku wesaîteke bombebarkirî li navenda bazirganiyê ya herêma Şîa teqiyaye. Teqîn li qeleha Hîzbûllahê li herêma Dahiye rû da.