Li Belçîkayê balafir ket: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Belçîkayê balafir ket: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li başûrê Belçîkayê, balafireke taybet a bi tîpa Pîlatûs ku komek ji paraşûtbaz tê de bû, îro danê sibê ket xwarê.

Di bûyera li nêzî Fernelmont a li başûrê Belçîkayê de, 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin, 10 deqe piştî rabûna balafirê ji balafirgeha Temploûx a li bajarê Namûrê, ketiye xwarê.