Ozel, Davutoglu û Babacan ji konferansê re peyam şandin

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî ji konferansa li Stenbolê re peyam şandin.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî di peyama xwe de bal kişand ser mijarên jiyanî yên ji bo Tirkiyeyê. Ozel, xwest ku konferans ji bo paşeroja demokratîk a welêt bibe wesîleya hewildaneke ramanî û civakî. Ozel di peyama de wiha got: “Ez pir biqîmet dibînim ku mijarên xwedî girîngiyeke jiyanî yên wekî demokrasî, aştî, hemwelatîbûna wekhev û lihevhatina civakî bi tevlîbûna nêrîn û tecrubeyên cuda tên nîqaşkirin. Ez kesên keda wan di vê hewldana watedar de heye pîroz dikim.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan jî di peyama xwe de destnîşan kir ku divê dewlet bi pirsgirêkên rabûrdiyê re rû bi rû bimîne û pirsgirêka Kurd bi hişmendiyeke ewlekariyê nayê çareserkirin: “Dewleta bihêz ew dewlet e ku pirsgirêkan înkar nake, wan bi rêbazên demokratîk çareser dike. Divê pirsgirêka Kurd jî bi vê têgihiştinê bê destgirtin. Daxistina meseleyê di asta mijareke ewlekariyê de û dîtina wê wekî pirsgirêka beşeke diyar, bi Tirkiyeyê daye windakirin. Ji mafê zimanê dayikê û mafên çandî bigire heta demokrasiya herêmî û ewlehiya hiqûqî, divê em daxwazên welatiyên xwe bikin mijara siyaseta demokratîk.”

Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu jî di peyama ku ji konferansê re şandiye de diyar kir ku ew her cure xebatên fikrî û sivîl ên ji bo xurtkirina demokrasî, dewleta hiqûqê, edalet û aştiya civakî hêja dibîne. Davutoglu destnîşan kir ku hevdîtina perspektîfên cuda yên siyasî li derdora xeyaleke hevpar, wê tevkariyeke mezin bide çanda demokrasiyê û lihevhatina civakî.