ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
HRE’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê, 2 çalakiyên bersivdayînê
HRE’yê ragihand ku di 2 çalakiyên duh li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin de, 6 leşker û polîs hatine kuştin. -
Bi hezaran kesan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirker protesto kirin
Bi hezaran kes li bajarên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Eyn Îsa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. -
Balafirên şer ên dewleta Tirk Amûdê bombebaran kir: 2 kes birîndar bûn
Balafên şer ên dewleta Tirk gundê Malikiyê yê Amûdê bombebaran kir. Hat diyarkirin ku du kes birîndar bûne. -
108 rêxistinên hiqûqê: Êrîşên dewleta Tirk sûcê şer e
108 rêxistinên hiqûqê diyar kirin êrîşên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, tê wateya sûcê şer. -
Şehîdên Dêrikê bi merasîmekê hatin veşartin
Bi hezaran kesên ji herêma Cizîrê bi merasîmekê şehîdên Dêrikê spartin axê. -
Dewleta Tirk bombeyan li dehan gundan dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li 19 gundên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
104 rewşenbîran li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang kirin
Rewşenbîrên Kurd û Ereb bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û Yekîtiya Ereb kirin ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin. -
YRD: Her êrîş dibe sedem ku em têkoşîna xwe mezintir bikin
Komîteya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ya YRD'ê komkujiya ku dewleta Tirk li hemberî sivîlan kir û rojnamevanek tê de hate qetilkirin, şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her êrîş dibe sedem ku em têkoşîna xwe mezintir bikin." -
Gelek herêmên Rojava têne bombekirin
Dewleta Tirk bombe li Kobanê, Eyn Îsa, Şehba û Til Temirê barand. Bi şev jî herî kêm 13 caran bi balafiran bombe li Şera û Şehbayê barand. -
Berdevkê QSD'ê: Em ê tola şehîdan hilînin
Berdevkê QSD'ê Aram Hena diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hincet û bûyerên pûç û derewîn êrîşan dike û destnîşan kir ku QSD wê teqez bersiva êrîşan bide û tola şehîdan hilîne. -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Şehba û Til Temirê barand. Bi şev jî herî kêm 13 caran bombe li Şera û Şehbayê barand. -
Piştî komkujiyê li Herêma Cizîrê şîn hate ragihandin
Piştî komkujiya ku dewleta Tirk li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê kir, şîn hate ragihandin. Li herêma Cizîrê dikan hemû hatin girtin. -
Şêniyên Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bi meşekê protesto kirin. -
Bîlançoya êrîşa dewleta Tirk: 13 sivîl û 6 şervan şehîd bûn
Li gorî bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku 19’ê Mijdarê di saet 00:00’an ve li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî de, 13 kes û 6 şervan şehîd bûn. Di 20’ê Mijdarê de Nexweşxaneya Koronayê ya li Kobanê bi temamî hat rûxandin. -
Şervanên enternasyonal: Divê Rojava bi tenê neyê hiştin
Şervanên enternasyonal ên YPG û YPJ'ê diyar kir ku her kesên girîngiyê didin demokrasî, wekhevî û azadiya jinê divê xwedî li Rojava derkeve û gotin, "Bi ruhê enternasyonalîzmê em ê şoreşê biparêzin." -
Leyla Ehmed: Dewleta Tirk ji modela me ditirse!
Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed got, "Ya ku dewleta Tirk jê ditirse, modela rêveberiya xweser a bi felsefeya neteweya demokratîk e. Ji bo êrîşê bike, hincetan ji xwe re diafirîne." -
Aldar Xelîl: Bi roketên NATO'yê êrîşî Rojava kirin
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl got, roketên ku dewleta Tirk pê êrîşî Rojava kir, ji aliyê NATO û Amerîkayê ve hatine çêkirin û destnîşan kir ku hêzên rê dane êrîşê, hevparê êrîşê ne. -
Dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî Minbic û Şehbayê kir
Dewleta Tirk gundê Belûniyê yê Til Rifet ku 2 leşkerên Şamê lê birîndar bûn, bombe dike. Gundên Cat, Hoşeriyê, Mehsenlî û Cerada yên Minbicê jî di bin bombebarana dijwar de ne. -
Ciwanên Helebê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê vê êvarê bi meşeke bi meşalayan piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin. -
Ciwanên Reqayê: Em amade ne ku li ber xwe bidin
Ciwanên Reqayê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê dan û gotin ku ew amade ne li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. -
Bi çekên giran êrîşê Kobanê û Til Temirê tê kirin
Dewleta Tirk û çeteyên wê, nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li Kobanê didin ber bombeyan. -
Xelkên Rojava yên di bin bombebaranê de, daketin qadan
Xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin êrîşên bênavber ên dewleta Tirk de, li gelek navendan daketin qadan. -
Balafirên şer ên Tirk Şera û Şehba bombebaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundên Malikiye, Kefer Atûn ên navçeya Şera û gundê Bêlûniyê yên navçeya Şehba bombebaran dike. Êrîşên bejahî yên li ser herêmên xweser jî zêde bûn. -
Ciwan ber bi baregeha Rûs a li Reqayê ve meşiyan
Ciwanên Kurd û Ereb li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dewleta Tirk a dagirker şeva 19’ê Midarê pêk anî, li navçeya Til Semîn a Reqayê çalakî li dar xistin. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan in
Li navçeyên Kantona Qamişloyê bi çalakiyên cûda êrÎşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin: "Di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de em ê li hemberî van êrîşan bisekinin."