ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: 12 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin
QSD’ê diyar kir di operasyonên çarçoveya mafê parastina rewa de, 12 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker û 8 çeteyên wê hatine kuştin. -
QSD'ê avêt ser 2 baregehan: 4 çete hatin kuştin
QSD'ê li hemberî 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker ên di navbera Til Temir-Zirganê de çalakî kir. 4 çete hatin kuştin. -
Di 24 saetên dawî de nêzî hezar top li gundên Rojava ketin
Dewleta Tirk a dagirker di nava 24 saetên dawî de nêzî hezar top avêt bi dehan gundên Rojava. -
Bedran Çiya Kurd: Faşîzma dewleta Tirk wê bi rengekî dîrokî têk biçe
Bedran Çiya Kurd destnîşan kir, ku dewleta Tirk wê li hemberî berxwedana wan bi rengekî dîrokî têk biçe û got, "Ev rejîma faşîst a ku hewl dide li ser xwîna gelê me li ser desthilatdariyê bimîne, divê baş zanibe ku wê şensê wan tune be." -
Eşîrên Ereb ji bo têkoşîna hevpar a li gel QSD'ê bang kirin
Qebîleya Cibûr û Eşîra Bergara yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew bi QSD'ê re ne û wê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin. Her wiha ji bo têkoşîna hevpar bang li eşîrên din ên li herêmê kirin. -
Dewleta Tirk êrîşî Tirbespiyê, Kobanê û Şehbayê dike
Dewleta Tirk a dagirker ku 5 roj in bêyî navber êrîş dike, êrîşên xwe yên li dijî Kobanê û Tirbespiyê zêde kirine. -
QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çepemeniya QSD’ê, nasnameyên 4 şervanên xwe yên di êrîşê dewleta Tirk a bi ser Til Temir de şehîd bûn, eşkere kirin. -
Ciwanên Ereb gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne bibîr anîn
Endamên Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li qada lîstokê ya Şaredariya Reqayê bi çalakiyekê gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûbûn, bibîr anîn. -
Êrîşên dagirkeriyê li dijî Şerawa û Şerayê berbelav dibin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi ser navçeyên Şêrawa û Şera yên Kantona Efrînê li qadeke berfireh belav kir. -
Asûr-Suryanan damezirîna PKK’ê pîroz kir
MOB’ê bi daxuyaniyek nivîskî, salvegera 44’emîn a damezirîna PKK’ê pîroz kir û banga xwedî derketina li PKK’ê kir. -
Cenazeyê 5 şervanên HRE’yê bi girseyî hatin veşartin
Cenazeyê şervanên HRE’yê Zeîm Reşo, Şiyar Silêman, Abdulah Îsa, Mihemed Hisên û Mistefa Mistefa yên 20’ê Mijdarê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasîmekî girseyî li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin veşartin. -
Li Şedadê û Hesekê merasîma veşartina şehîdan
Li tevlêbûna bi hezaran kesan, cenazeyên 5 şervan û welatiyên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin veşartin. -
Ji danê siharê ve bi dehan gund û bajarok hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker ji 19’ê Mijdarê ve êrîşên xwe bê navber didomîne. Ji danê siharê ve bi dehan gund û bajarok hatin bombekirin -
QSD’ê ji bo Kampa Holê hişyarî kir: Enqere dixwaze DAÎŞ’ê zindî bike
QSD’ê diyar kir dewleta Tirk Kampa Holê ya ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê dimînin bombe kiriye û di vê êrîşê de 8 şervanên QSD’ê şehîd bûne. QSD’ê derbarê rewşa Kampa Holê hêzên navneteweyî hişyar kir. -
Li Tirbespiyê bombe li embarên genim hate barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li embarên genim ên li Tirbespiyê û gundê Dugirê barand. -
Dewleta Tirk vê carê li gundên Suryaniyan da
Dewleta Tirk li gundên Suryaniyan ên li bejahiya Tirbespiyê dan. -
Osê: Hêviyên me ji gelan hene, ne ji hêzên navneteweyî
Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Baweriya me bi gelê me heta dawî heye." -
Nasnameya 5 şervanên HRE yên di êrîşan de şehîd bûbûn, hate eşkerekirin
Nasnameya 5 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê yên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, hate eşkerekirin. -
Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Ji danê sibehê û vir ve gelek herêm bi balafirên şer û topan hatin bombekirin. -
Li Şehbayê esnafan dikanên xwe girtin
Li Şehbayê beriya merasîma 5 şervanên HRE’ê yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, hemû esnafan dikanên xwe girtin. -
'Şêniyên Efrîn û Şehbayê biryara berxwedanê dane'
Hevserokê Meclisa navçeya Til Rifat a herêma Şehba Mihemed Henan diyar kir, ku gelê Efrînê yên koçber û gelê Til Rifatê li dijî her cure êrîşan, biryara berxwedanê dane. -
QSD'ê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên 23'ê Mijdarê eşkere kir
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker doh bombe li 116 gund û bajarokan barand û di encamê de 3 şervan şehîd bûn. QSD'ê biryardariya xwe ya ji bo bersivdanê jî dubare kir. -
Ji ber êrîşên dewleta Tirk xwendekar nikarin biçin dibistanê
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Şehba û Til Rifetê li ser dibistanan metirsiyê çêdike. Mamoste û xwendekaran diyar kirin, ku ew bi biryar in perwerdeya xwe bidomînin, lê divê saziyên mafên mirovan li ber van êrîşan rabin. -
El Hemud: Wê nikaribin axa me dagir bikin
Nûnerê Eşîra Hilisat Îbrahîm Ehmed El Hemud jî diyar kir ku ew ê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk û ew ê tu carî axa xwe neterikînin. -
Xelkê Efrînê: Em ê li dijî êrîşên dijmin li ber xwe bidin
Xelkê Efrînê yê ku koçberî kampa Serdem û navçeya Til Rifat bûye, diyar kir ku wê ji herêma Şehbayê dernekeve û got, ku wê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.