ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Prof. Paech: Civaka navneteweyî divê bi lez bikeve nava liv û tevgerê
Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser Rojava re bendên 4 û 7'an ên Xala 2'emîn a Neteweyên Yekbûyî binpê dike û got, "Divê civaka navneteweyî bi lez bikeve nava tevgerê." -
Bi balafirên biçek ên bêmirov êrîşê Qamişloyê hat kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafira biçek a bêmirov li wesayîtekê xist, welatiyek birîndar bû. Êrîşê gundên Dêrikê û Eyn Îsayê tê kirin. -
Mazlûm Ebdî: Hêzên me nîşan dan ku wê Rojava biparêzin - HATE NÛKIRIN
Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji êrîşên dewleta Tirk re amade ne û got: “Gelê me ji roja destpêkê helwesta xwe eşkere kiriye. Hêzên me yên QSD’ê di nav van çar rojan de îspat kirin ku ew ê xwe biparêzin.“ -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn eşkere kir ku di êrîşa dewleta Tirk a berpêyî nuqteyeke kontrolê ya li Zirganê de endamekê wan şehîd bûye, 2 endamên wan jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk a dagirker di saetekê de êrîşê 10 nuqteyan kir
Dewleta Tirk a dagirker di nav saetekê de bi bombeyan êrîşê10 nuqteyên li Qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê hêzên hikûmeta Şamê yên li Kobanê kir
Dewleta Tirk a dagirker li nuqteyên hêzên hikûmeta Şamê yên li Kaniya Kurdan a li Kobanê xist; mirî û birîndar hene. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Ebdo hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Ebdo yê 22’ê Mijdara 2022’an di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hat veşartin. -
QSD’ê bîlançoya 4 rojan eşkere kir: Mal, nexweşxane û dibistan hatin bombekirin
QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji şeva 19’ê Mijdarê û vir ve mal, nexweşxane, dibistan û ambarên çandiniyê bombe kir û 11 şervan û 15 welatî şehîd bûn. -
Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan: Em terka çeperên xwe nakin
Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan bi daxuyaniya nivîskî ku da, got: “Em Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan a hêza parastinê ya Ermenan li Rojava, bi hêzên din QSQ jê pêk tê, em ê terka çeperên xwe nekin. Êrîşên dewleta Tirk a faşîst wê bê encam bimînin.“ -
Dewleta Tirk li Tirbespiyê stasyonên petrolê bombebran kirin
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker stasyona petrolê li gundê Maşoq û depoya li stasyona Kêl Hesnak a Tirbespiyê bombebaran kirin. -
Gelê Minbicê daket qadan: Em ê li ber xwe bidin û êrîşan têk bibin
Gelê Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk dagirker daket qadan û got: “Em ê li ber xwe bidin, em natirsin.“ -
Di êrîşa li dijî nuqteya hevpar a QSD û Rûsan de, şervanek şehîd bû - HATE NÛKIRIN
Şervanekê din ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser nuqteya hevpar a QSD û Rûsan a li Til Temirê bi giranî birîndar bû, şehîd bû. -
Di êrîşên dewleta Tirk de 14 sivilên din jî birîndar bûn
14 kesên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberi Til Koçer, Çilaxa, Tirbesiyê, Zirgan û Qamişlo de birîndar bûbûn, rakirin nexweşxaneyan. -
Gundên Amûdê tên bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker bi topan li gundên Amûdê dide. -
Li Dêrikê êrîşa hewayî, Eyn Îsa jî bi bombeyên qedexe hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşeke hewayî bi ser gundekî Dêrikê û bombeyên qedexe avêt rêya Eyn Îsa û M4’ê. -
Gundên Kobanê têne bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gelek gundên Kobanê dibarîne. -
Li Qamişloyê bombe li wesayiteke sivîl hate barandin: 3 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mesrefê yê Qamişloyê bombe li wesayiteke sivîl barand. Di encamê de 3 kes birîndar bûn. -
Navendên tenduristî û perwerdeyê yên hatin bombekirin
Navendên tenduristî û perwerdeyê yên ku li Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin, hilweşiyan. -
QSD: Di êrişên 22'ê Mijdarê de 7 sivîl şehîd bûn; em ê tolê hilînin
QSD'ê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 22'ê Mijdarê eşkere kir û diyar kir ku 2 şervanên YAT'ê û 7 sivîl şehîd bûne. Soza tolhildanê jî dubare kir. -
Bombardûmana dagirkeran a li ser Rojava bênavber dewam dike -NÛ DIBE
Sivîl û binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê têne bombekirin. Dewleta Tirk a dagirker bênavber bombardûmanê li ser dehan gund û bajaran dike. -
Dewleta Tirk bi balafiran bombe li Til Koçerê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer 4 caran bombe li gundê Alîxayê yê navçeya Til Koçerê barand. Tê gotin, ku ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûne. -
Bombardûmana dagirkeran a li ser Rojava bênavber dewam dike -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker di nava 24 saetên dawî de herî kêm hezar û 300 top avêt bi dehan gundên herêma Efrînê. Serê sibehê careke din êrîş bir ser Şehba, Til Rifet, Qamişlo û Kobanê. -
Mîralayekî Îranê li nêzî Şamê hate kuştin
Hate ragihandin di teqîneke nêzî Şamê de mîralayekî Îranê hatiye kuştin. -
Nivîskar Zaza: Medya Ereb êrîşên dagirkeriyê ji nedîtî ve tê
Rojnamevan û nivîskarê Kurd Hasan Zaza diyar kir ku medya Ereb êrîşkariya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ji nedîtî ve tê. -
QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn ên êrîşan par ve kir
QSD’ê bîlançoya 24 saetên ên êrîşên ku dewleta Tirk biriye ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê par ve kir.