ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Til Temir û Zirganê kir
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Til Temir û Zirganê kir. Di encama êrîşa li dijî gundê Siker El Ihmer yê Til Temirê de Mihemed Şiblî yê 65 salî birîndar bû. -
Şehîd Yûsif Gulo li Qamişloyê hat bibîranîn
Yûsif Gulo û neviyên wî û Anter Dersim ên ku sala borî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Qamişloyê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. -
Cenazeyên 9 penaberên Kobanî hatin veşartin
Cenazeyên 9 welatiyên ji Kobanê yên di rêyên penaberiyê de, di encama noqavbûna keştiyê de jiyana xwe ji dest dan, anîn warê wan û ew veşartin. -
Ebdî: Berxwedana gel wê Efrînê rizgar bike
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk hewil dide bi destê El Nûsrayê planên xwe bixe meriyetê û got: “Berxwedan, wê Efrînê ji çete û dagirkeran rizgar bike.” -
Şervanê QSD'ê Ehmed Ugle Şêx bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Ugle Şêx ku li bakurê Reqayê 6'ê Mijdarê bi êrîşa hewayî şehîd bû, hate veşartin. -
Şam û Enqereyê, Sûriye kirine dewleteke narkoyê
Li gorî nûçeya AFP’ê Sûriye bûye dewleteke narko. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi awayekî berfireh bazirganiyta captagonê dikin. -
Cenazeyê Şehîd Mîtan Şoreş hat veşartin
Cenazeyê Şehîd Mîtan Şoreş yê ku di 6’ê Mijdarê de di encama êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hat veşartin. -
Gelê Hesekê çûn serdana konê sersaxiyê yê şehîd Bilind
Gelê Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Yusif Dawud Milî re xwest û berxwedana gerîla silav kirin. -
Tecrîda li Îmraliyê, li Eyn Îsayê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Eyn Îsayê bi meşekê hate şermezarkirin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn. -
QSD: Mîtan Şoreş di êrîşa hewayî de li Qamişloyê şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, ku şervanê wan Mîtan Şoreş di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 6'ê Mijdarê li Qamişloyê şehîd bû. -
Li Efrînê di mehekê de 20 kes hatin revandin
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku di meha Cotmehê de 20 kes hatin revandin. -
Li Hesekê gerîlayê HPG’ê Milî hate bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê gerîlayê HPG’ê Yûsif Dawid Milî bi bîr anî. -
HRW: Tirkiye li Bakurê Sûriyeyê dibe sedema belavbûna kolerayê
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku Enqere ji bo belavbûna kolerayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye sedema sereke. -
Bi pirtûkxaneya gerok ramanên Ocalan belav dikin
Ciwanên PYD’ê li Kobanê bi çalakiya pirtûkxaneyeke gerok raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd ên li ser şerê gel ê şoreşgerî, rastiya dijmin û dagirkeriyê belav dikin. -
Di êrîşa li Qamişloyê de şervanekî QSD’ê şehîd bû, 2 kesên sivîl jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir dewleta Tirk roja Yekşemê bi balefireke hewayî ya bêmirov li Qamişloyê êrîşek kiribû û di vê êrîşê de şervanek şehîd bûye û du sivîl jî birîndar bûne. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 kesên din revand
Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û navçeyên wê 4 kesên din revand. -
Rêveberiya Xweser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Swêdê şermezar dike
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Derve yê Swêdê da û got: “Divê hikûmeta Swêdê helwestên xwe yên bi rûmet di nav civata navneteweyî de biparêze.” -
Şehîd Zeyneb û Yilmaz li ser gorên xwe hatin bîranîn
Hevserokên Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero yên li Girkê Legê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Cenazeyê Şehîd Enes El Falih hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Enes El Falih, li goristana li Sirînê hat veşartin. -
Xelkê herêmê ji çekên kîmyewî agahdar dikin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwanan a Werzîşê ya Herêma Firatê ji bo gel ji êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî agahdar bikin, belavok belav kirin. -
QSD: Me li Dêrazorê 7 çete girt
QSD’ê diyar kir li bajaroka Ezba ya li bakurê Dêrazorê wan 7 çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê girtine. -
Ruksen da pey azadiyê
Ruksen di temenê xwe yê biçûk de di bin bandora dîmenên gerîlayên jin de, bû şahidê rastiya gerîlayên jin ên ku bi fedakarî li ber xwe didin. Bavê wê Mihemed Tahir got, "Ruksen li pey azadiyê bû û ew dît." -
QSD’ê car din dewleta Tirk derewand
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a li ser şehîd xistina 15 şervanên QSD’ê derewand. -
Li Hesekê bi sedan kes çûn konê sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê Dîlan Eşref
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd di konê sersaxiyê de axivî û got “Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk dest û pêyê me ne girêdayî ne. Ji xeynî serkeftinê em tiştekî din qebûl nakin.” -
Îsa: Divê ev gel statuya ku heq dikin, bi dest bixin
Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gêlo Îsa: “Goristanên şehîdan, bi zarokên me yên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û xwe feda kirine tijî ye. Divê ev gel di civaka navneteweyî de statuya ku heq dikin, bi dest bixin.”