Zarokê ku DAIŞ'ê ew kiriye kujerek

Ebû Mecîd li gelek herêman li dijî hêzên QSD'ê şer kiriye. Ew hê 14 salî ye û yek ji gelek zarokên ku DAIŞ'ê ew revandiye û kiriye kujer.

Ebû Mecîd li gelek deverên weke Şam, Hûms û derdora Şamê şer kiriye. Herî dawî li qada Delê ya navenda bajarê Reqayê mehekê li hemberî QSD'ê şer kiriye. Ebû Mecîd bi axaftina xwe dişibe mirovekî çil salî. Lê bi xwe çardeh salî ye. Zimanê wî jî hatiye guhertin. Ew ji gundekî nêzî bajarokê Eyn Îsa ye. Lê zimanê xwe nêzî zimanê Tûnis û Mexribê ye.

NE BES ZIMAN HATE GUHERTIN, MEJÎ JÎ HATE ŞUŞTIN

Ebû Mecîd, ya jî bi navê xwe yê rastî Mihemed Remedan. Dema DAIŞ Eyn Îsa dagir dike, gundê Mihemed Remedan jî dikeve destê DAIŞ'ê. Dest didin ser dibistana ku Mihemed Remedan lê dixwend. DAIŞ beriya her tiştî dest bi perwerdekirina zarokan dike.

Mihemed ji me re got: "Bavê min li Lubnanê dixebitî. Wê demê hat û ji min re got 'êdî ez venagerim Lubnanê ka were em bi DAIŞ re bixebitin û dirav ligel wan pir in'." 

DAIŞ, Mihemed 6 mehan di mizgeftekê de perwerde dike. Mihemed qala materyalên ku DAIŞ'ê ew pê perwerde kirin, dike. Li gorî vê, DAIŞ bi dîmen û wêneyan 6 mehan nîşanî wan dida 'bê kafir çawa misilmanan êşkence dike'. Bi vê yekê re mejiyê Mihemed tê şuştin.

PIŞTÎ 6 MEHAN

Şeş mehên Mihemed diqedin. DAIŞ jê re dibêje 'Li Iraq û Hûmsê perwerdeya leşkerî heye, divê hûn sal û nîvekê bibînin'. Mihemed jî perwerdeya li Hûmsê hildibijêre.

Dema me jê pirsî çima Hûms, Mihemed vê bersivê dide: "Ji ber ku Hûms nêzî malbata min e û Iraq dûr e."

Mihemed û 60 zarokên ji her derê cîhanê dibin nav kaşên Hûmsê li nêzî bajarokê Suxnê. Li kampekê perwerdeya leşkerî ji wan re tê dayin.

Mihemed dibêje, 'Êdî di wir de ez bi tiştekî nafikirîm ji xeyînî çawa şer bikim û bimirim ji bo biçim cinetê. Bi seatan ew perwerde dikirin'." Mihemed anî ziman, ku gelek zarok di dema perwerdeyê de dihatin kuştin.

Piştî ku dewreya sal û nîvekê diqede, Mihemed tînin Reqayê. Mihemed li gundên Reqayê şer dike. Mihemed dibêje, 'di wê demê de ez ketim wê ferqê ku tiştê ji me re digotin û pratîk berevajî hev in. Digotin em kesên herî baş in lê tiştê herî qirêj wan dikirin'."

Mihemed got, "Carekê ez birim zindanê. Di wir de dengê jinan dihat min. Di kunekî re dinihêrî ku çawa DAIŞ jinan êşkence dikine. Di wê demê de mejiyê min serûbinî hev bû. Dema ez ji zindanê derketim min bi hevalekî xwe re got 'êdî ez dikim birevim û bila werim kuştin'. Di dawiyê de min xwe ji nav lepê wan xelas kir."