YPJ: Dewleta Tirk û El Qaîde ji sîsîka xwe ve weke hev in

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê got, ‘’Hovîtiya li ser cenazeyê hevala me ya jin careke dî nîşan daye ku dewleta Tirk û El Qaîde ji sîsika xwe ve yek in û hevkarê hev in.’’

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li ser êşkenceya li cenaze ya li navçeya Bibilê ya ji hêla artêşa Tirk û çeteyên bi rêveberiya wê El Qaîde daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Hovîtiya li ser cenazeya hevala me ya jin kîn û nefreta wan a mezin a li dijî jinê raxist ber çavan.’’

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ’ê wiha ye:

‘’Raya giştî ya Tirk û dît ku dewleta Tirk û komên El Qaîde çi ji cenazeyê şervana me ya jin kir. Şervana me li dijî êrîşên dewleta Tirk û El Qaîde di parastina Efrînê de cih girt, hemû dinya bi bêdengî li vê hovîtiyê temaşe kir.

Li navçeya Bilbibilê di navbera me û hêzên dagirker de şerê dijwar qewimî. Piştî şerê dijwar du şervanên me yên YPJ’ê şehîd bûn. Piştî berxwedaniyeke mezin du hevalên me yên jin ên ku şehîd bûn cenazeyên wan ketin dest çeteyan.

Bi hovîtiyeke mezin bi cenazeyên hevalên me lîstin. Hovîtiya ku bi cenazeyên hevalên me kirin hêrs û kîna wan a mezin a li dijî jinê raxist ber çavan. Hovîtiya ku leşkerên artêşa Tirk û komên El Qaîde ya bi fermandariya wan li ser cenazeyên hevalên me kirin, careke dî nîşan da ku dewleta Tirk û El Qaîde ji sîsika xwe ve yek in û hevkarê hev in. Diyar bû ku artêşa Tirk û hevkarên wan, ji mirovahiyê dûr in û ti têkiliya wan bi ti nirxî û dînî re nîn e.

Di dîmenên van kirinan de yên bi barbarî, nasnameya terorîstên dagirker ên ku êrîş bi ser Efrînê de anîne, çespandiye ku a ku hemû rêxistinên terorîst ên dinyayê alîkariya xwe ji dewleta Tirk distînin.

Şervanên me yên leheng dîrokê dinivîsin û canê xwe feda dikin. Em careke dî sond dixwin ku di xeta Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr de, di rêça şehîdan de bimeşin,  heta ku em armanca wan a tinekirina teroîstan û serfiraziyê pêk bînin têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ti caran destûrê nedin ku hêzên dagirker bi ser bikevin.’’