YPG nasnameya 3 şervanên şehîd ragihand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên ku di Pêngava Rizgarkirinê ya Reqa û Efrînê de, di navbera 14-15’ê T ebaxa 2017’an şehîd bûne, ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 3 şervanên ku di Pêngava Rizgarkirinê ya Reqa û Efrînê de, di navbera 14-15’ê T ebaxa 2017’an şehîd bûne, ragihand.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de got, çawa ku wan ji roja destpêkê ve soz dabû ku parastina xaka xwe bikin, berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê her li ser soza xwe bin û tim parastina xaka xwe bikin.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
‘’Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastin û ewlehiya herêma Rojava û Bakurê Suriyê him li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Reqqayê şer dikin him jî li hember armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji bo dagirkirina xaka Rojava di xeta parastinê de ye.
Pêngava Rizgarkirina Reqqayê kete roja 73’an. Li çar aliyên bajarê Reqqayê şerê giran diqewime û şervan li Reqayê bi pêş ve diçin. 2 hevrêyên me ku ji bo şervan li Reqayê bi pêş ve biçin, bi qehremanî şer kirin şehîd bûn.
Her wiha roja 15’ê Tebaxê encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a bi ser gund û herêmên Efrînê de hevrêyekî me şehîd bû.
Em YPG û YPJ hemû şehîdên me yên qehreman bi bîrtînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin. Me çawa ku ji roja destpêkê ve soz da ku xaka xwe biparêzin, em li ser vê soza xwe ne û berdêla vê çi dibe bila bibe em ê weke her carê li ser soza xwe bin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Egîd Dilxwaz
Nav û Paşnav: Egîd Şêxo
Navê Dayikê: Firyal
Navê Bav: Mihemed
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 15 Tebax 2017

Nasnav: Esmer Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Hesen
Navê Dayikê: Qedriye
Navê Bav: Ebdilcebar
Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 14 Tebax 2017

Nasnav: Koçer Amudê
Nav û Paşnav: Xelîl Şêx Elî
Navê Dayikê: Edle
Navê Bav: Hisên
Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 14 Tebax 2017