YPG: Evîn û bîranîna Holmes wê timî di dilê me de be

YPG'ê sersaxî ji malbata şervanê xwe Jack Holmes bi nasnav Şoreş Amanos û tevahiya gelê Brîtanyayê xwest û got, "Em soz didin, evîn û bîranîna ciwanên weke hevalê Şoreş wê timî di dilê me de be.

Navenda Ragihandinê YPG'ê li ser şehadeta şervanê xwe yê Brîtanyayî Jack Holmes bi nasnav Şoreş Amanos, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

'FIKIR Û FELSEFEYA OCALAN BÛ HÊVIYA GELÊN BINDEST'

"Şoreşa Rojava bi hêmanê fikr û felsefeya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan, di demekî kurt de bû hêviya hebûna gelên bindest. Di cîhanekî ku gellek hêz ji bo zordarî û desthilatdariya xwe hazir in canê bi mîlyonan însan qûrbanî bikin, xwîn û xwînrijandin bikin rojeva rojane ya mirovan, di dema mirinê de, Şoreşa Rojava weke tecrûbeyek nû ya jiyanê xwe nîşan da. Dema ku netew-dewlet li pey sultê ye, Rojava îradeya gel easas digire; çaxê ku pêkhateyên cîhanê ji ber cûdahiyên ol, netew û ziman tên înkarkirin, Rojava pergala jiyana hevpar li pêş dixe. Di serdema ku jin bûye amûrekî civakê yan di tarihiyê de dîl hatiye girtin, qadên têkoşîna Rojava bi pêşengtiya jinan tê birêvebirin.

'GELEK DILXWAZÊN ENTERNASYONAL BERÊ XWE DAN ŞOREŞA ROJAVA'

Weke vana gelek nirxên dîtir hene ku jêdera hemûyan bîr û baweriya rêber Apo ye, ew in ku Rojava ji derdora xwe cûda û weke tenanet alternatîva pêkan derdixin holê. Bêguman li çar aliyên cîhanê jî însanên ku hê çavê dilê wan nehatiye korkirin, li beramber wan nirxan bê xeyal jiyan nekirine. Beriya berxwedana dîrokî ya Kobanê û taybet piştî wê jî gelek dilxwazên enternasyonal ji çar goşeyên dinyayê berê xwe dan Rojava û di xetên pêş yên vê azadîxwaziyê de cihê xwe girtin. Di vê rêyê de canê xwe fedakirin û dengek li ser rastiya gelê Kurd û Netewa Demokrat zêde kirin.

Ji van însanên hêja yek jî hevrêyê me Jack Holmes ango Şoreş Amanos e. Ciwanê 24 salî yê ji welatê Birîtaniya ku di sala 2015’an de tevlî Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bû. Di rojên xwe yê destpêkê li Rojava hevalê Şoreş wiha gotibû ku: 'beriya hatina xwe ji bo Rojava min di derbarê gelê Kurd de bihîstibû, gelekî têkoşer dihatin naskirin. Lê belê dema min dît ku çeteyan bi hemû hêza xwe berê xwe daye wan, min biryar girt ku ez jî herim û li kêleka wan şer bikim'.

'HEVALÊ ŞOREŞ TI CARÎ GAV PAŞDE NE AVÊT'

Şoreş weke ku bi xwe jî dianî ziman weke endamekî ji malbata mezin ya Kurdan dihate hezkirin. Ruxmê temenê xwe yê ciwan û tunebûna perwerdeya leşkerî, hevalê Şoreş di demekî kurt xwe bi çand û hebûna li Rojava, bi jiyana di nav gelê Kurd û Ereb re yek kir. Piştî perwerdeya ziman û ya leşkerî vê carê di eniyên şer de xwe îsbat kir. Hevalê Şoreş para xwe di nav heşt pêngav û operasyonên leşkerî yên li dijî terorê girt. Ji Til Hemîs heta Reqqa devê çeka wî sar nebû, di vê meşê de birîndarî jî dît lê tucarî gav paşde neavêt.

Şerekî mezin û pêngavekî dîrokî li pêş bû, Pêngava Rizgarkirina Reqa, Reqaya ku planê gelek êrişên li ser herêm û cîhanê li wir dihatin kîşandin. Şoreş tevî hejmarek mezin ji hevrêyên xwe yên enternasyonal ev rastî baş fêm kiribûn. Bi cesaret, bi moral û coşa ciwaniya xwe di vê pêngavê de cihê xwe girt heta ku li bajarê Reqqa weke sekvanekî hatibû erkdarkirin. Bi wî awayî hovîtiya dijmin ji nêzîk ve didît, di axaftinê xwe ligel hevalên xwe û ligel ragihandinê bal dikîşande li ser faşîzm û terora DAIŞ’ê.
 
Di 20’ê Cotmeha 2017’an de fermandariya QSD’ê bi awayekî fermî rizgarkirina bajarê Reqqa ji DAIŞ’ê ragihand. Lê ji bo heval Şoreş ev dawiya meşa wî nebû, hê bi hezaran belkû bi melyonan mayîn û bombeyên çeteyan bajar tehdîd dikir. Li Reqqayê ma û xwest ku di paqijkirina bajar de rola xwe hebe, ta ku welatiyên Reqqa bi ewlehî vegerin û zarok bi dilekî rihet pêşeroja xwe ava bikin.

Bi mixabiniyek mezin di 23’ê Cotmehê de dema ku hevalê Şoreş û hevrêyên wî çalakiya paqijkirina mayînan pêk dianîn, hevalê Şoreş di encama teqîna mayînekî gihişte şehadetê.

'JI MALBATAN HOLMES A RÊZDAR Û GELÊ BIRÎTANYAYÊ RE SERSAXÎ DIXWAZIN'

Weke YPG û YPJ, di serî de ji malbata rêzdar ya Holmes û gelê Brîtaniya, ji tevahî gelên xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Bi şehadetên ku em rojane li Rojava jiyan dikin tenê îradeya me ya serkeftinê ji berê xurttir dibe û têgîna biratiya gelan weke nirxekî zindî derdikeve ber çavê hemû cîhaniyan. Em soz didin ku evîn û bîranîna ciwanên weke heval Şoreş di dilê xwe de xwedî bikin û vê hezkirinê di pratîka têkoşîna xwe de bidomînin. Şehîd Namirin.

Nasnav: Şoreş Amanos

Nav û paşnav: Jack Holmes

Navê Dayîkê: Angela

Navê Bav: Peter

Cihê Ji Dayîkbûyînê: England, 18 Çile 1993

Dîroka Tevlîbûyînê: 2015

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa 23-10-2017