YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê bi navê Çayan Batman eşkere kir, ê ku li Herêma Efrînê ji ber topên artêşa Tirk birîndar bûbû û piştre li nexweşxaneyê şehîd bûbû.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê bi navê Çayan Batman eşkere kir, ê ku li Herêma Efrînê ji ber topên artêşa Tirk birîndar bûbû û piştre li nexweşxaneyê şehîd bûbû.
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek weşand û tê de diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundê Maranezê du şervanên wan şehîd bûne û şervanek jî birîndar bûye.
Navenda Çapemeniyê ragihand şervanê YPG’ê yê bi navê Çayan yê ku birîndar bûbû, ligel hemû hewldanan li nexweşxaneyê gihiştiye şehadetê.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê wisa ye:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin êrîş û binpêkirinên xwe li dijî Kantona Efrîn û Şehbayê berdewam dikin. Di êrîşên bêserûber yên artêşa Tirk de hemwelatiyên her du kantonan bi awayekî rasteqîn dibin hedef û zirareke mezin dibînin. Provakasyonên artêşa Tirk a li herêma Maranez jî zêdetir bûye.
Herî dawî di 15’ê Tebaxê 2017’an de artêşa Tirk bi awayekî dijwar gundê Maranez û herêmên derdora wê bi top û çekên giran hedef girt ku di encamê de du rêhevalên me şehîd û birîndar bibûn. Hevalê me Çayan ku di nexweşxaneyê de dihate dermankirin tevî hemû hewldanan nehate xelaskirin û di 16'ê Tebaxê de gihîştiye şehadetê.
Em YPG û YPJ, serî de ji malbata şehîd, em ji hemû gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin. Şopandina rêya şehîdan rêbaza herî xurt di berdewamiya têkoşîna wan e. Li ser vî esasî em careke din soz didin ku bi parastina pêşeroja gelê xwe di her şert û mercan de em ê nehêlin ku destên teror û dagirkeriyê dirêjî vê axê bibin.
Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Çayan Batman
Nav û Paşnav: Ercan Aytekîn
Navê Dayikê: Fikriye
Navê Bav: Musa
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 16 Tebax 2017