YPG'ê nasnameya 4 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 4 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê de di navbera 22-24'ê Cotmehê de şehîd bûn, eşkere kir.

Di daxuyaniya navendê de bal hate kişandin ser girîngiya Dêra Zor û rojhilatê Firatê, ku xeta dawî ya kombûna DAIŞ'ê ye li ser sînorê Iraqê û hat gotin, bi rizgarkirina vê herêmê re wê gaveke din nêzîk têkbirina çeteyan bibin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, ku di Pêngava Bagera Cizîrê de heta niha bi deh hezaran welatiyên Dêra Zorê yên ji çeteyên DAIŞ'ê û rejîma Sûriyeyê direvin, ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatine rizgarkirin. Hat ragihandin, ku gelek cihên stratejîk ên vê herêmê jî ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin û şervan her bi pêş ve diçin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, ku 4 hevrêyên wan ên ji pêkhateyên Ereb û Kurd, di navbera 22-24'ê Cotmehê de, di çalakî û operasyonên Bagera Cizîrê de gihîştin şehadetê.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gelên welatparêz hate xwestin û soz hate dayin, ku wê timî li ser şopa şehîdan bin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nav û Paşnav: Dilor Qamişlo

Navê Rast: Ibrahîm Hesen Diyab

Navê Dayîkê: Helîme

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayîkbûyînê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zorê 22-10-2017

Nav û Paşnav: Qehreman Hesekê

Navê Rast: Basil Ebdulrehman Îsa

Navê Dayîkê: Leyla

Navê Bav: Ebdulrehman

Cihê Ji Dayîkbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zorê 24-10-2017

Nav û Paşnav: Xalo Zinar

Navê Rast: Ebdulezîz Mihemed

Navê Dayîkê: Gulê

Navê Bav: Derwêş

Cihê Ji Dayîkbûyînê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zorê 23-10-2017

Nav û Paşnav: Zagros Hesekê

Navê Rast: Hemîd Hesen

Navê Dayîkê: Yazî

Navê Bav: Receb

Cihê Ji Dayîkbûyînê: Dirbesiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zorê 23-10-2017