YPG'ê dîmenê herêma El Omer a petrolê ya rizgarkirî weşand
Şervanên QSD’ê li ser zeviyên petrolê yên El Omer kozikên xwe vedane û dibêjin 4-5 kîlometre mane ku ew bigihijin Firatê.
Şervanên QSD’ê li ser zeviyên petrolê yên El Omer kozikên xwe vedane û dibêjin 4-5 kîlometre mane ku ew bigihijin Firatê.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, dîmenê mezintirîn herêma petrolê ya Sûriyeyê El Omer, ku çend roj berê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin, weşand.
Di dîmen de tê dîtin, ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li herêma El Omer a petrolê kozikên xwe vedane û parastina herêmê dikin.
Şervanên QSD'ê yên li herêma El Omer diyar dikin ku çeteyên DAIŞ'ê ne zêde dûrî wan in lê wan herêm bi temamî azad kirine û rewşa hevalên wan jî baş e.
Şervanên QSD’ê her wiha diyar dikin ku 4-5 kîlomtere mane ku ew xwe bigihînin çemê Firatê.
Di dîmenan de ku ji hêla YPG’ê ve hatine parvekirin tê dîtin ku alaya reş a DAIŞ’ê tê xistin.