YJŞ'ê malbatek ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) a ku ji destpêkê ve beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bûye, malbatek ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) a ku ji destpêkê ve beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bûye, malbatek ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.
Şerê li Reqayê yê ku duh şev bi giranî rû dabû, îro jî domiya.
Çete di van şeran de têk diçin û sivîlan ji xwe re dikin mertalên zindî. Hêzên YJŞ’ê yên ku vê sibehê dest bi êrîşê kirin, di nav şerê giran de malbateke ku ji çar kesan pêk dihat, ji nav destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Hêzên YJŞ’ê malbat gihand herêma ewle.
Hêzên YJŞ’ê diyar kirin heta ku hemû sivîl ji destê çeteyên DAIŞ’ê werin rizgarkirin ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
‘JI BO TOLHILDANA JINAN…’
Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji destpêka pêngava rizgarkirina Reqayê ve li eniyên pêş şer dike. Ligel şerên giran, hêzên YJŞ’ê windahî nedane û bi moralekî bilind şer dikin.
Şervanên jin diyar kirin, hedefa wan ev e ku li her cihê ku DAIŞ lê heye tola jinan bistînin û ji bo jînên dîl ew hatine Reqayê.
Şervanan diyar kirin ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de ew ber bi dawiyê ve hatine û gotin, “Heke hewce bike piştî Reqayê em ê herin Dêrazorê û li wê derê jî li dijî çeteyan şer bikin.”