Em li Sûka Serî ya navenda Şengalê ne. Li gel me bi gotina hevalên wî ‘Çeko’ heye. Yek ji şervanên di berxwedaniya Sûka Serî ya 11 mehan ku li dijî DAÎŞ hatiye kirin de cih girtiye ye. Ji Sûka Serî bêhna dîrokê tê. Tu dibêjî qey tu li zemanekî dinî. Hemû ew kevirên wan avahiyan, hemû ew kunên di dîwaran de vebûne, dara bi tenê, şerê hatiye kirin radixe ber çavan.
Çeko di sala 1998’an de li Gundê Zorava ji dayik dibe, ji eşîra Feqîra ye. Ew weke gelek Êzidiyên Şengalê di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de Tevgera Azadiyê nas dike. Gerîlayên HPG û YJA-STAR ji çiyayên azad berê xwe dane Şengalê. Çeko bi wî halê xwe yê zarok ji mirina ewqas jin, zarok, pîrejin û pîremêran pir bandor dibe. Di fermanê de dema berê xwe dane çiya hevalan dibîne, nas dike. Çeko dibêje: “Me fam dikir ku êşek ne normal tê jiyankirin. Me jî li ser xwe tevlîbûn ferz dît. Rûxmê ku me rêxistin nas nedikir lê me dizanî ji bo parastina vê civakê hatine. Me jî got em ê hevaltiyê bidin van mirovên ku ji bo parastina vê civakê hatine.”
‘KOMÊN ÊZIDÎ HATIN ÇÊKIRIN Û LI HEMBERÎ DAÎŞ’Ê ŞER KIRIN’
2014’an dema ferman li ser civaka Êzidî rabû, li pêş çavê dinyayê hêzên PDK’ê ku desthilatdariya xwe li vir ferz dikirin, civaka Êzidî bi tena serê xwe hiştin. Baweriya hemû Êzidiyên Şengalê bi van hêzan heye. Qaşo hêzên dewleta Iraqê sînorên Şengalê, hêzên PDK’ê jî gund û bajarên Şengalê diparêzin. Hate dîtin ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê van hêzan ve çawa bi tenê hatin hiştin. Civaka Êzidî rastî fermaneke ku di dîroka xwe de jiyan nekiribû hat. Çeko dema qala wan rojan dike wisa dibêje: “Wan hêzan civak bi wê hovîtiyê re rûbirû hiştin. Wê demê hêzên HPG û YPG’ê hatin korîdora mirovî vekirin. Bi sed hezaran Êzidî bi saya wê korîdorê hatin rizgarkirin. Wê demê komên Êzidî hatin çêkirin û li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin. Piştî hatina hêzên HPG û YPG’ê bi sedan ciwanên Êzidî bi wan re mil bi mil şer kirin. Wê demê xeta çiya tenê di destê me de bû, piştre ji lofan derbasbûna Şengalê çêbû. Hevalan li vir kedek bê hempa dan.”
‘ROJANE BI ÇEKÊN GIRAN ÊRÎŞÎ HEVALAN DIKIRIN DA KU SÛKA SERÎ BIXIN BIN KONTROLA XWE’
Hatina Hevalan a Sûka Serî ku li navenda Şengalê ye piştre çêdibe. Tên bi cih dibin, mewzî û noqteyên xwe çêdikin. Çeko jî yek ji wan ciwanên Êzidî ye ku li Suka Serî li hember DAÎŞ’ê şer kiriye. Wê demê navenda Şengalê giştî di bin kontrola DAÎŞ’ê de ye. Çeko dibêje: “Rojane bi çekên giran êrîşî hevalan dikirin ku carek din Sûka Serî têxin bin kontrola xwe. Bes bi saya berxwedana şervanên Êzidî, YBŞ-HPG-YJA STAR-YPJ-YPG nikaribûn.”
Em di nav Sûka Serî de dimeşin, Çeko jî behsa bîranînên xwe dike, xweş, tahl: “Herî zêde 4 heval di noqteyekê de diman. Çend caran DAÎŞ heta nêzî me hatin. Me li ser xaniyan nobed digirtin. Di malên nêz de jî DAÎŞ diman. Şopên mermiyên me hê jî xuya ne. Şerekî dijwar li vir qewimî. Ji ber sûîkastê em di kunên di nav malan de me çêkiribû, dihatin û diçûn.”
‘NAVBERA ME Û DAÎŞ’Ê 10-15 METRE BÛ’
Noqteyên HPG-YJA STAR, YPJ-YPG û YBŞ-YJŞ’ê ji Sûka Serî heta taxa Nasir bûne. Komek hêzên serbixwe yên Êzidiyan jî li girê jorî Şengalê bûye. Biryargehên DAÎŞ’ê Medresa Sor, Sîlo û nexweşxaneya kevin bûne. Li gor vegotina Çeko di hin ciyan de navbera noqtên wan û yên DAÎŞ’ê 10-15 metre bûne. Ewqas nêzî hev in. Çeko dibêje: “Di şerê 11 mehan de rojeke bê berxwedanî nîn bû. Rojên gelekî zor û zehmet bûn, gelek caran erzaq, xwarin û vexwarin nîn bû. Lê ji ber her kesî sebeba vî şerî, hedefê xwe dizanî, zor û zehmetî nedihat ber çavên wan. Gelek şervanên Êzidî ku di nav wan de yên zewicî û xwedî mal û zarok hebûn lê di şer de man, nediçûn mala xwe. Sedema wê îradeya wan a xurt bû; bi çavên xwe didîtin ew qas jin û keçên Êzidî ketibûn destê çeteyên hov û rastî tecawizê dihatin, serê ciwanên wan tê jêkirin, keçên Êzidî di qefesan de tên şewitandin.”
‘HEVALAN BI MORALEKÎ MEZIN LI VIR LI BER XWE DIDAN’
Çeko behsa hevalên xwe yên li vê derê dike: “Di vir de Şehîd Çeko hebû, di fermandariyê de cih digirt, Şehîd Dîcle hebû li gel me, Şehîd Vînar em bi hev re bûn. Vir cepheya herî pêş bû. Ji me 20 metre şûnde DAÎŞ hebû. Demek dirêj em di vir de man. Noqteya li vir a Şehîd Dîcle bû, Şehîd Şengal li vê derê bû. Bi mehan em li vê derê de man.”
Çeko dibêje, ger mirovek ji bo şerefa xwe, ji bo axa xwe şer bike, zor û zehmetî nayê ber çav û berdewam dike: “Hevalan bi moralekî mezin li vir li ber xwe didan. Rast e şahadetên pir giran jî li vir çêbûn, lê bi hezaran çete jî hatin kuştin. Ji Solaxê, heta Sûka Serî, heta Qendîlê 300-400 heval hebûn. Li her derê noqtê hevalan hebûn. Şerekî dijwar bû. Di encam de HPG-YJA STAR nêzî 450-500 şehîdan li vir emanetî me kirin. Kesekî bixwaze tiştekî bike, bila xwedî li van şehîdan û wan rojên zor û zehmet derkevin.”
‘EZ BI XWE ŞAHID IM, BERIYA HER KESÎ PÊŞMERGE REVIYAN’
Çeko behsa beriya 3’ê Tebaxê dike: “Beriya 3’ê Tebaxê li çar aliyên Şengalê Mûsil, Tilafer, Zemar û hwd şer hebû. Êrîşek muhtemel ne xerîb bû. Ji ber bawerî dayînek zêde ya pêşmergeyan hişt ku êşa vê fermanê girantir be. Jixwe dewleta Iraqê beriya 3’ê Tebaxê li Mûsilê, li ser sînor şikestibû. Ez bi xwe jî şahid im, milet vê rewşê her ji pêşmergeyan dipirsî; bes pêşmergeyan her digot em nahêlin tiştek bi serê vî miletî were. Dîsa ez şahid im roja fermanê pêşmerge beriya her kesî reviyan. Ciwanên gundê me ji wan re gotin nerevin, heke hûn direvin jî sîlehên xwe bidin me, em şer bikin. Ji ber vê yekê di navbera ciwan û pêşmergeyan de şer derket û pêşmergeyan 3-4 ciwanên gundê me şehîd xistin.”
‘TI PÊWÎSTIYA GELÊ ŞENGALÊ BI ÎDAREYEKE JI DER VE NÎNE’
Çeko dibêje: “Mirov çiqas bêje jî nikare êşa vê rojê bîne ziman. Hema ji wê rojê heta vê rojê mirovên ji derveyî vê berxwedanê dixwazin weke beriya 2014’an vegerin Şengalê. Ew kes bi çi rûyî wê vegerin? Niha tu biçe kîjan malê, maleke ku bê şehîd nîne, heta niha 3-4 hezar mirovên winda hene. Ji xwe hûn van kavilan dibînin, hîn bi sedhezaran mirov di bin wan çadiran de ne. Vegera îdareya PDK’ê ne mimkun e. Ti pêwîstiya gelê Şengalê bi îdareyeke ji der ve nîne. Heta ev dinya hebe êdî ew nikarin sefha xwe ya ku di fermanê de reş bû spî bikin.”
‘KESÊN VAN TIŞTAN JIBÎR KIR, ŞIRÎKÊ ÎXANETKARAN E’
Di sala 2014’an de civaka Êzidî hêzên xwe yên leşkerî YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxan ava kirin; bi sazî û dezgehên xwe yê îdarî xizmeta gelê xwe dikin. Çeko jî yek ji endamê YBŞ’ê ye, dibêje: “Heke tenê ciwanekî Êzidî yê bi rûmet jî bimîne; civaka Êzidî wê tucarî di fermaneke din de derbas nebe. Êdî Êzidî ne Êzidiyên berê ne. Niha mirov biçe ji zarokeke biçûk heta kesekî bi temen bipirse, her kes dizane li Şengalê çi çêbû; vî miletî di nava van 12 salan de çiqas zehmetî kişand? Ne pêkan e mirov van tiştan jibîr bike. Jibîrkirin, li hemberî xwîna ewqas şehîdan îxanet e. Mirovê van tiştan jibîr kir, şirîkê îxanetkaran e. Ew çax tu ferqa me û DAÎŞ’ê namîne.”
‘XWEDÎ DERKETINA ŞENGALÊ DIVÊ JI GELÊ ŞENGALÊ BE’
Herî dawî Çeko behsa girîngiya parastin û xwe rêvebirinê dike û dibêje: “Em weke şervanên YBŞ-YJŞ’ê û Asayîşa Êzîdxan bang li keç û xortên Êzidî û dostên Êzidiyan dikin, xwedî li Şengalê derkevin, xwedî li Êzdatiyê derkevin. Xwedî derketina Şengalê divê ji gelê Şengalê; ji keç û xortên Şengalê be. Ji ber me tecrube kir, destekî derveyî Şengalê nikare Şengalê biparêze. Dema parastina Şengalê ji gelê wê be, ji xwe wê pêşiya fermanan bê girtin. Di vir de pêwîstiya me bi tifaqê heye, bi hevgirtinê heye; pêwîstiya me bi îdareyek serbixwe heye ku gelê Şengalê bi xwe xwe bi rê ve bibe.
Heta dawiya emrê xwe em ê li ser xeta şehîdan bimeşin, xwedî li keda şehîdan derbikevin. Ji bo parastina civaka xwe, ji bo parastina hemû gelên bindest em amade ne piştgiriya wan bikin. Li ku derê be ji bo me ferq nake. Me karekî însanî daye pêşiya xwe; ji xwe rêxistina me rêxistineke mirovî ye. Rêxistina me ji bo parastina kîjan civakê be, berê me bide kur em amade ne.”



