Hozan Comerd serdana gaziyan kir
Hunermend Comerd li Rojava çû serdana gaziyan û diyar kir ku tevahî destketiyên şoreşê bi saya şehîdan û berdêlên gaziyan ava bûne.
Hunermend Comerd li Rojava çû serdana gaziyan û diyar kir ku tevahî destketiyên şoreşê bi saya şehîdan û berdêlên gaziyan ava bûne.
Hunermendê Kurd ê navdar Comerd ê piştî 28 salan hat Rojava, di çarçoveya bernameya xwe de serdana gaziyan kir û konsereke kurt da.
Hunermend Comerd û endamên TEV-ÇAND’ê ya Rojava ji hêla gaziyan ve bi germî hatin pêşwazîkirin.
Hunermend Comerd di serdanê de kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina gaziyan anî ziman û diyar kir ku tevahî destketiyên şoreşê bi saya şehîdan û berdêlên gaziyan ava bûne.
Piştre Hozan Comerd ji bo gaziyan konsereke kurt da.