Ziwabûnê bandor li çemê Tunayê kir: Keştiyek ku di sala 1937'an de binav bibû derket

Li Hirvatistanê, asta ava çemê Tunayê ji dema destpêkirina pîvanan ve gihîşt asta herî nizm. Bi kêmbûna avê re, keştiyek ku di sala 1937'an de binav bibû, derket holê.

Germahiya zêde û hişksalî ku bandorek mezin li Ewropayê kiriye, bû sedema daketina asta ava çemê Tunayê.

Li gorî daneyên Servîsa Meteorolojî û Hîdrolojiyê ya Hirvatistanê, li nêzî gundê Batina, asta ava çemê Tunayê gihîşt -108 santîmetre. Ev asta herî nizm e ku heta niha hatiye tomarkirin.

Li bajarê Baja yê Macaristanê jî ji ber ziwabûnê hin beşên çemê bi tevahî hişk bûne.

Bi daketina asta avê re li nêzî gundê Opatovacê keştiyek ku tê texmînkirin ji sala 1937'an maye, derket holê. Li gorî tomaran, di wê demê de keştiyek ku komir barkirî li vir qezayekê kiriye.

Şaredarê Lovasê Lea Vidić got ku ev lêkolîn ji aliyê dîrokî ve girîng e û got, "Dîrok ji nav ava Tunayê dîsa derket holê."

Rayedaran, ji bo naskirina keştiyê wêneyên bermahiyê belav kirin û daxwaz kirin ku dîroknas û welatî alîkariyê bikin.

Di van rojên dawî de Ewropa bi ziwabûn, şewatên daristanan û bûyerên giran ên hewayê re têkoşîn dike. Pispor diyar dikin ku germaya zêde zexta li ser çeman û çavkaniyên avê zêde kiriye.