SOHR'ê hişyarî da: Li Kobanê krîza mirovî girantir bûye

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) hişyarî da ku li Kobanê ji ber dorpêça dijwar a çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ'ê şert û mercên dijwar ên zivistanê krîz mirovî girantir bûye.

SOHR'ê hişyarî da ku bajarê KobanÊ di bin dorpêça dijwar a çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk û şert û mercên dijwar ên zivistanê ber bi rewşeke mirovî ya xerab v diçe û bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku "tavilê mudaxele bikin û bi hezaran sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin."

SOHR`ê diyar kir ku Kobanê "zêdetirî hefteyekê ye bi tevahî hatiye dorpêçkirin", ev yek bûye sedema rawestandina derbasbûna xwarin û pêdiviyên bingehîn.

SOHR`ê da zanîn gelek koçberên ji Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê û bi deh hezaran kesên ji gundên derdorê çûne Kobanê, û gelek ji wan neçar in ku li dibistanan, avahiyên giştî an jî li kolanan razên, "di şert û mercên zivistanê yên dijwar û barîna berfê de".

Der barê rewşa tenduristî de SOHR`ê ragihand ku "oksîjen li yek ji nexweşxaneyên bajêr xilas bûye", ku bûye sedema mirina 5 zarok û zilamekî. Her wiha derman û şîrê zarokan jî kêm bûye.

Li ser heman mijarê, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA) doh der barê "kirîza mirovî li bajarê Kobanê û gundewarê wê", hişyarî  da û bal kişand ser "girtina hemû rêyên ku diçin bajêr û kêmbûna pêdiviyên bingehîn".

OCHA'yê diyar kir ku hevkarên mirovî "fikarên xwe li ser rewşa sivîlan" anîne ziman.