Serokê EHESS’ê Huret: Em bi zanîngehên Rojava re di nav hevgirtinê de ne

Serokê EHESS’ê yek ji saziyên pêşeng ên zanistên civakî yên Fransayê Romain Huret ragihand ku ew li hember êrişên li ser Rojava bi zanîngehên Rojava re di nava hevgirtinê de ne.

ROMAİN HURET

Romain Huret, serokê EHESS’ê (École des hautes études en sciences sociales) ya ku li Parîsê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî li ser êrişên li ser Rojava axivî û destnîşan kir ku ew ê hevgirtina xwe ya akademîk û saziyî bi zanîngehên Rojava re bidomînin.

EHESS saziyeke navendî û taybet e ku kokên wê digihîje Dibistana Annalesê û li Fransayê û di qada navnetewî warê zanistên civakî de tê naskirin. Sala borî EHESS bi Zanîngeha Bremen û Zanîngeha Rojava re bi hev re dibistana havînê lidar xistibû.

Huret di daxuyaniya xwe de bal kişand ser vê hevkariya akademîk û got ku têkiliyên EHESS’ê bi Rojava re dê bidomin:

“EHESS bi hevkariyên akademîk, xebat û cewherîbûna lêkolîner û xwendekarên xwe ve têkiliyên xwe yên nêzîk bi Rojava re didomîne. Ev hevkariyên di sala 2025’an de bi semînereke lêkolînê ya hevpar û bi Dibistana Havînê ya ku bi Zanîngeha Bremen û Zanîngeha Rojava re di navbera 2025-2026’an de were lidarxistin, dîsa xwe nîşan didin.”

ÊRIŞ HERÊMÊ DÎSA DI BIN XETEREYA TUNDIYÊ DE DIHÊLIN

Huret di daxuyaniya xwe de behsa çavkaniya êrişên li ser Rojava jî kir û wiha got: 

“Di hefteyên dawî de êrişên bêrehm ên artêşa Sûriyeyê û leşkerên bi pere yên piştgiriya dewleta Tirk digirin, herêm careke din xistine ber devê tundiya girseyî.”

Serokê EHESS’ê Huret di berdewamiya daxuyaniya xwe de bang kir û wiha got: 

“Li hember vê rewşê EHESS careke din hevgirtina xwe ya bêguman bi zanîngehên Rojava re piştrast dike û bang li demildest parastina nifûsa sivîl û saziyên perwerde û akademîk dike.”