Rûsya: Li Dêrazorê 200 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 20 wesayît îmha bûn
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku, hêzên wan ên esmanî li konvoyeke DAIŞ’ê dane û bi kêmanî 200 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 20 tankên DAIŞ’ê jî îmha bûne.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku, hêzên wan ên esmanî li konvoyeke DAIŞ’ê dane û bi kêmanî 200 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 20 tankên DAIŞ’ê jî îmha bûne.
Îro Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan yên esmanî li Dêrazorê li konvoyeke çeteyên DAIŞ’ê dane û dîmenên lêdanê jî kişandine.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de wiha hate gotin:
“Balafirên şer ên hêzên esmanî yên Rûsyayê gelek çeteyên DAIŞ’ê yên ku ber bi Dêrazorê ve diçûn bombebaran kiriye. Çeteyan dixwest bajar bikin navenda xwe ya rêxistinkirinê û jixwe cihê herî dawî yê di Sûriyeyê di destê wan de maye.”
Her wiha Wezaretê destnîşan kir ku di encama êrîşa hêzên esmanî de yên Rûsyayê de zêdetirî 200 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û zêdetirî 20 wesayîtên ku ber bi Dêrazorê ve diçûn jî hatine îmhakirin.