Rêveberiya Xweser ji bo Kobanê hişyariya karesateke mirovî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derbarê dorpêça li ser bajarê Kobanê de bangek lezgîn kir û diyar kir ku pêwîstî bi çareseriyeke demildest, vekirina korîdorên ewlehiyê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û tibî, bêyî qeyd û şertan, heye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî dorpêça giran li ser bajarê Kobanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bangek lezgîn li gel, raya giştî ya xwecihî û navneteweyî kir ku digel dorpêçê de bajarê Kobanê rûbirûyî karesateke mirovî ya rasteqîn e ku gefan li jiyana bi sed hezaran welatiyan dixwe.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku Kobanê ne tenê wek bajarekî ye, ew sembola berxwedanê ye, navê wê di bîra Sûriyeyiyan û tevahî cîhanê de neqişandî ye, ji ber mirovahiyê ve fedakariyên mezin li dijî terorê da. Ji lew re dorpêçkirin û hedefgirtina wê hedefgirtina rasterast a vîna gelên azad û ezmûna demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li beramber vê rewaşa karesatê, divê çareseriyeke lezgîn werin dîtin, korîdorên ewle ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî û tibî werin vekirin, dermankirina birîndaran were dabînkirin, pêdiviyên bingehîn ji bo şêniyên dorpêçkirî re bên peydakirin.

Rêveberiya Xweser berxwedana gelê Hesekê û tevahî bajarên kantona Cizîrê û yekgirtina wan li dijî êriş û gefan silav kir û da zanîn ku ev berxwedana nîşaneya hişmendiya gel û biryardariya wê ya parastina xakê, rûmet û projeya demokratîk e.

Di dawiyê de Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku bêdengiya li hember êriş û gefên heyî hevkarî ye û destwerdana lezgîn jî berpirsiyariyeke mirovî ye divê neyê paşxistin.