​​​​​​​Reşo: Di 14 rojan de 150 sivîl hatin kuştin, 298 birîndar bûn

​​​​​​​Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê Ancela Reşo bîlançoya 14 rojan a êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê da û got 150 sivîl hatine kuştin û 298 sivîl birîndar bûne.

Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê Ancela Reşo bîlançoya 14 rojan a êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê da û got 150 sivîl hatine kuştin û 298 sivîl birîndar bûne. Reşo got, ‘’Li Efrînê bi balafir û topan li sivîlan dixin. Banga min li saziyên navetewî ew e. Bila werin sûcê şer li vir bibînin.’’

Êrîşên dagiker ên dewleta Tirk û çeteyên wê OSO/DAÎŞ’ê yên bi ser Efrînê de kete roja 15’an. Ji roja pêşî ya êrîşan ve tim sivîl dibine hedef, her ku diçe bîlanço giran dibe. Gelek kuştî û birîndar anîn nexweşxaneya navenda Efrînê Şerawa, Cindirês, Raco, Şiyê û Bilbilê.

Reşo, bîlançoya kuştina sivîlan a 14 rojan da.

 ‘JI DESTPÊKA ŞER VE SIVÎLAN DIKINE HEDEF’

Reşo got, ‘ji destpêka şer ve di vî şerî de sivîlan dikine hedef’ û got, ‘’Bi êrîşên dagirker ên bi ser Efrînê de me 14 rojên berxwedanê yên Berxwedana Serdemê li pey xwe hiştin. Ji destpêka vî şerî ve sivîl dibine hedef. Ji kesên ku hatine kuştin û birîndarkirin em dikarin vê bibêjin. Hikûmeta AKP’ê sivîlan dike hedef. Jin û zarokan dike hedef.’’

Reşo diyar kir ku ji destpêka êrîşan ve ew hijmara kuştî û birîndarên sivîl dişopînin û danayên dawî wiha got: ‘’Li gorî daneyên ku me ji nexweşxaneyan bi dest xistine, di nav 14 rojan de ji navçe û gundan bi kêmanî 298 sivîl birîndar bûne. Sivîlên ku heta niha şehîd bûne li gorî daneyên berdest niha 150 kes in. Ev her ku diçe zêdetir dibe. Helbet ev hijmar ên ku hatine ber destê me, yên ku nehatine ber destên me jî hene, biya me ev hijmar zêdetir e.’’

Reşo diyar kir ku di êrîşên dagirker de piraniya sivîlên ku hatine kuştin Ereb in ku xwe li Efrînê girtibûn û got,’’Ên ku têne kuştin piranî penaber û jin û zarok in. Di roja çaran a êrîşê de li gundê Cilbirê yê Şerawa malbeke ku di kozika mirîşkan de dima û ji Idlibê reviyabû, tevî zarok û jinan hatin kuşti. 28’ê Çile li gundê Gobelê yê Şerawa li malekê xistin ku 25 kesên ji Helebê li diman û komkujî kirin. Li gorî lêkolîna me Meclîsa Tenduristiyê ya Kantona Efrînê, dewleta Tirk komkujiyan dike.’’

Reşo li ser xbatên xwe agahî da û got, ‘’Li her navçeyê navendên me yên tenduristiyê hene û pêşî birîndaran tînin wan deran, dema ku têrê nakin em wan dibin nexweşxaneyên navendê.’’

 ‘QSD JI BO KU SIVÎL ZIYANÊ NEBÎNIN BERXWEDANIYEKE MEZIN NÎŞAN DIDE’

Reşo got, ‘’Hêzên QSD’ê parastina me dikin û ji bo ku sivîl zêdetir ziyanê nebînin berxwedaniyê dike. Lê bi balafir û topan sûcê mirovahiyê têne kirin. Piraniya birîndar û kuştinan bi topan û balafiran hatine kuştin û birîndar bûne. Dema ku nikarin li bara berxwedanê bi pêş ve biçin bi topan û balafiran li sivîlan dixin.’’ Reşo got piraniya birîndaran organên wan çûne û sivîlên ku hatine kuştin jî bedana wan parçe bûye.

Reşo bang li saziyên navnetewî kir û got, ‘’Piraniya mirî û birîndaran organên wan jê bûne, piraniya wan bi asta bilind şewitî ne. Mirov têne kuştin, parçe parçe dibin û em carinan nikarin cenazeyên wan jî bibînin. Di dîmenan de tê dîtin, li vir sûcê mirovahiyê tê kirin.

Ez ji vir bang li saziyên navnetewî dikim. Pêşî em Meclîsa Kantonê hewl didin ku mudahale li birîndaran bikin lê pêdiviya me bi desteka tibî heye. Ji ber ku sivîlan dikin hedef. Heyva Sor ku birîndaran radike û mirovan ji bin kavilan derdixe kirin hedef. Mirov ji ber êrîşên dagirker ber bi navenda Efrînê ve koç dikin dîsa, pêdivî bi hevgirtinê heye. Pêşî ji bo desteka tibî em bang li saziyê navnetewî dikin. Banga min a dî; Neteweyên Yekbûyî jî di nav de, bang li hêzên navnetewî dikim, li vir sûcê mirovahiyê tê kirin, bila werin li cih bibînin û lêbikolin. Deriyê me ji her kesî re vekiriye, bila werin bibînin. Her roj komkujiyê li ser sivîlan dikin, sivîlan dikin hedef, em jî van qeyd dikin. Kî bixwaze em dikarin van belgeyan bi wan re par ve bikin.’’