QSD`ê di derbarê şerê li Kantona Şehbayê de daxuyaniyek da

Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê  bîlançoya şerê îro yê li Kantona Şehbayê eşkere kir.

QSD`ê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kirin:

ʺDi navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker û komên El-Qaîde ji şeva din heTa van kêliyan li herêma Şehbayê şer dewam dike. Hêzên me baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li depoyên genim ên li gundê Kilcibirîn bi 14 fuzeyan kire hedef.

Her wiha hêzên me tevgera artêşa dagirker li derdora gundik Kilcibrîn bi sê fuzeyan kire hedef.

Di heman demê de, hêzên me tevgera 2 tangên artêşa dagirker li başûrê Mari kirin hedef.ʺ