'Di operasyonên li dijî şaneyên veşartî de 42 DAÎŞ‘î hatin girtin'

QSD‘ê eragihand ku di çarçoveya operasyonên hêzên wan li dijî şaneyên veşartî de 42 DAÎŞ‘î hatin kirin û dirêjahiya 180 km û ferehiya 80 km hat paqijkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyonên hêzên wan li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ‘ê li bajaroka Şihêl a gundewarên Dêrazorê û navçeya Holê ya kantona Hesekê civîneke çapemeniyê li navçeya Şedadê lidar xist. Ji fermandarên QSD‘ê Dijwar Heleb û Aryan Qamişlo ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêngava li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê di 15‘ê vê mehê de ragihand. Di çarçoveya pêngavê de 180 km û ferehiya 80 km hate paqijkirin. 5 hezar şervanen QSD‘ê beşdarî pêngavê bûn.

Armanca pêngavê tinekirina şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê li Dêrazorê ku bi salan şerê QSD‘ê dikirin û niha jî bi awayekî veşartî dixebitin e.

Di operasyonên hêzên me de 42 endamên şaneyên veşartî yên DAÎŞ‘ê hatin girtin û rêjeyek çek û cebilxane hatin desteserkirin, di nav de 33 çeka sûiqastê, bi dehan cûreyên din hatin desteserkirin, piraniya van çekan li bejahiya Deşîşeyê hatin desteserkirin.

Operasyonên me  yên li dijî şaneyên veşartî bi îsrar û hêza xwe berdewam in."

Ji fermandarên YPG'ê Aryen Qamişlo jî diyar kir ku gelek mirovên ji Dêra Zorê derdikevin di warê leşkerî û siyasî de bi zorê bikar tînin. Qamişlo anî ziman ku vê jî bi rêya welatiyên sivîl dikin. Qamişlo destnîşan kir ku Dêra Zor xwedî erdnîgariyeke girîng e, ji bo wê ye her kes dixwaze li herêmê serweriya xwe bike.