QSD: Agirbest heta 15 rojan hat dirêjkirin

QSDˊê ragihand ku bi navbeynkariya navneteweyî û hikumeta demkî ya Sûriyeyê re li ser dirêjkirina dema agibestê ji bo 15 rojan li hev kirin û diyar kir ku diyalog jî dewam dikin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku bi hikumeta demkî ya Sûriyeyê li ser dirêjkirina dema agirbestê bo 15 rojan, bi navbeynkariya navneteweyî re li hev kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên me, QSDˊê diyar dike ku bi navbeynkariya navneteweyî agirbest heta 15 rojan hat dirêjkirin, di heman demê de jî diyalog bi Şamê re berdewam dikin.

Hêzên me, ji bo parastina sivîlan, kêmkirina aloziyê, pêkanîna şert û mercên guncaw ên îstîqrarê pabendî lihevkirinê ne."

Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê jî ragihand ku ji 24'ê Çileyê saet 23:00 û pê ve heta bi 15 rojan dema agirbestê hatiye dirêjkirin.