Peyama şervanên YPG-YPJ: Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin
Şervanên YPG-YPJ’ê bang li gel kirin ku tevlî seferberiya giştî bibin û wiha gotin, “Bawerî bi şervanên YPG-YPJ’ê bînin. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.”
Şervanên YPG-YPJ’ê bang li gel kirin ku tevlî seferberiya giştî bibin û wiha gotin, “Bawerî bi şervanên YPG-YPJ’ê bînin. Çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.”
Şervanên YPG-YPJ’ê ku di çarçoveya seferberiya giştî ya li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ'ê û komên çete yên girêdayî dewleta dagirker de hatiye destpêkirin, di eniyên pêş de gel û xaka xwe diparêzin, peyam ji gelê Kurd re şandin.
Şervanan gotin, “Heta ku fedayiyên Apoyî li vir bin, kes nikare îradeya gelê me bişkîne. Bila gelê me vê baş bizanibe. Bijî berxwedana gelê me. Bawerî bi gel û şervanan bînin.”
Her wiha şervanê YPJ’ê got, “Em ê wekî şervanên YPG’ê çi dibe bila bibe bi ser bikevin” û bang li gel kir ku tevlî seferberiya giştî bibin.