Pêngava Reqayê: 17 çete hatin kuştin

Di şerê  di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda Reqayê dewam dike de, 17 çeteyên DAIŞ`ê  hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome. Li derdora nexweşxaneya Wetenî, çerxerêya Neîm û goristana bajar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran rû didin. Şervan li van deveran derbên giran li çeteyan dixin.

Çeteyan li nêzî goristana bajêr hewl dan bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî şervanan bikin. Lê beriya ku her du wesayît bigihêjin armanca xwe, ji aliyê şervanan ve hatin rûxandin.

Di şerê li derdora goristana bajêr de 17 çete hatin kuştin û hejmarek zêde ji çekên çeteyan ketin destên şervanan.

Her wiha di şerê li vê derê de 2 şervan jî şehîd bûn. Şerê li navenda bajêr bi dijwarî didome.