Pêngava Bagera Cizîrê: Li El Umerê şerekî giran heye

Çeteyên DAIŞ’ê îro di destê sibehê de êrîşî cihên QSD’ê yên li El Umerê kirin. Şer didome.

Çeteyên DAIŞ’ê vê sibehê li El Umerê êrîşî baregehên QSD’ê kir. Di vî şerî de 7 çete hatin kuştin û du wesayîtên ku doçka li ser wan hebûn jî hatin îmhakirin.

Herêma El Umerê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de di 22’ê Cotmehê de bi operasyoneke taybet ji çeteyan hatibû rizgarkirin.

Gundê Namliya duh hatibû azadkirin û êvarî çeteyan dîsa êrîşî gund kirin. Şerê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê de didome. Gundê Namliya 45 kîlometreyan dûrî Dêra Zorê ye û li bakurê rojhilatê Dêra Zorê ye.

Di şerê li gundê Namliya de heta niha 5 çete hatin kuştin.