Newroz Ehmed: Li Dêra Zorê şerekî ji Reqayê dijwartir diqewime
Endama Fermandariya Giştî ya YPG û QSD'ê Newroz Ehmed destnîşan kir, ku Pêngava Bagera Cizîrê ji ya Reqayê dijwartir dimeşe.
Endama Fermandariya Giştî ya YPG û QSD'ê Newroz Ehmed destnîşan kir, ku Pêngava Bagera Cizîrê ji ya Reqayê dijwartir dimeşe.
Endama Fermandariya Giştî ya YPG û QSD'ê Newroz Ehmed, ku destpêkê di koordîneya giştî ya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de cih digirt û niha di koordîneya Pêngava Bagera Cizîrê de cih digire, li ser vê pêngavê ji ANF'ê re axivî.
Newroz Ehmed bi bîr xist, ku wan beriya niha jî gelek caran pêngavên mezin kirin, lê belê yekemcar du pêngavên mezin bi hev re meşandine û got, "Dema ku em dibêjin 'dawî li DAIŞ'ê tê' ev nayê wê wateyê ku hêza DAIŞ'ê ya şer bike nemaye yan jî nikare şer bike. Li Reqayê gelekî şer kir. Niha li Dêra Zorê hê bêhtir li ber xwe dide û şer dike. Ji ber vê yekê ev pêngavên navborî pêngavên dijwar in."
GELÊ JI DÊRA ZORÊ JI BER ZILMA DAIŞ'Ê KOÇ KIR, JI QSD'Ê XWEST KU HERÊMA WAN RIZGAR BIKE
Ehmed anî ziman, ku di ser Dêra Zorê re li dijî gelên herêmê bi taybetî Kantona Cizîrê êrîş dihatin kirin û got, "Bi destpêkirina pêngava Reqayê re li Dêra Zorê DAIŞ'ê zextên li ser gel zêde kir. Ji ber vê yekê koçeke mezin a ber bi herêmên me ve ji Dêra Zorê dest pê kir.
Her kesên hatin, ji QSD'ê xwestin ku tavilê Dêra Zorê rizgar bike. Bi rastî jî gelê Dêra Zorê ev daxwaz gelekî ji QSD'ê kir. Ji me re digotin, 'Em dixwazin hêzên we bên û Dêra Zorê rizgar bikin'. Ev daxwaz ji bo me gelekî girîng û watedar bû."
ÇAVKANIYA ME YA HERÎ MEZIN GELÊ HERÊMÊ YE
Fermandar Newroz Ehmed işaret bi rêveçûna pêngavê kir û got, "Bêguman zor û zehmetiyên wê gelek in. Rejîm jî nih ali beşeke Dêra Zorê operasyonê dike û tevî ku teknîkeke zêde bi kar tîne û guh nade ewlekariya can û malê sivîlan jî, gelekî zehmetiyê dibîne."
Ehmed destnîşan kir, ku di pêngav û têkoşînê de çavkaniya hêza wan a herî xurt, gelê herêmê ye û wiha dewam kir: "Sira hêza me, yekîtiya azad û demokratîk a gelên me ye. Dewlet û gelek hêz gelan li hemberî hev didin şer kirin, lê em gelan dikin yek û dikin ku li eniyekê li dijî dijminê gel û azadiyê têbikoşin. Pêngava Dêra Zorê bi vî rengî dest pê kir û heta niha bi rengekî serketî dewam dike."
ERDNÎGARIYA DÊRA ZORÊ ÇOL E, ZOR Û ZEHMETIYÊN WÊ GELEKÎ ZÊDE NE
Ehmed ragihand, gav bi gav cih li DAIŞ'ê teng dibe û got, "Di pêvajoya Pêngava Reqayê de herêma di destê DAIŞ'ê de bû berfireh bû. Lê belê me Reqa beş bi beş rizgar kir. Me ji gund û bejahiya wê dest pê kir, piştre dor li bajêr girt û bi vî rengî operasyon kir.
Lê belê erdnîgariya Dêra Zorê hinekî cuda ye. Çol e, zor û zehmetiyên wê zêdetir . Wekî din, ji ber ku dor li DAIŞ'ê teng bûye êrîşên xwe zêde dike û şer dijwartir dike. Mîna pisîkeke li goşeyekê asê mabe, ji bo xwe biparêze û hebûna xwe bidomîne ji her alî ve êrîş dike. Ligel vê jî hêzên me bi serketineke mezin bi pêş ve diçin."
DAIŞ TENGAV BÛYE, LEWMA ÇI JÊ TÊ DIKE
Fermandar Ehmed bi bîr xist, ku ji her alî ve êrîş li DAIŞ'ê tê kirin û got, "Ji aliyekî ve rejîm bi pêş ve diçe, li aliyê Iraqê jî êrîş li ser DAIŞ'ê hene. Li aliyê din jî hêzên me bi pêş ve diçin. Bêguman ev rewş dijmin hinekî din tengav dike. Lewma taktîka xwe ya şer, teknîk û tecrûbeya xwe, çi hebe nîşan dide."
Ehmed diyar kir, ku di vê pêngavê de hêzên wan bi taktîkên nû îspat kir ku dikare gelek herêman rizgar bike û wiha dewam kir: "Di demeke kin de ji texmînên me jî wêdetir, me serketineke mezin bi dest xist. Herêmên ku me niha rizgar kirine, bi rastî jî herêmên stratejîk in. Dema ku ji bo xizmeta gelê herêmê bên bikaranîn wê rewşa gelê herêmê biguherînin."
BI CESARET Û FEDAKARIYÊ SERKETINEKE MEZIN BI DEST KET
Newroz Ehmed destnîşan kir, ku di vê pêngavê de wan serketinên gelekî mezin bi dest xistine ku weke hêzeke leşkerî pê serbilind in û got, "Mîna, herêma El Umer a petrolê, bi gelek taktîkên nû û cesareteke mezin hate rizgarkirin. Hêzên me bi vê cesaret û fedakariyê serketin bi dest xistin. Ev hem ji bo şervanên me hem jî ji bo gelê herêmê bû çavkaniyeke moralê."
YPJ Û TABÛRA JINAN A MECLÎSA LEŞKERÎ DÊRA ZORÊ TEVLÎ PÊNGAVÊ DIBIN
Li ser tevlîbûna şervanên jin jî Ehmed got, "Niha hêzên me yên YPJ'ê û endamên YPJ'ê yên di nava YPG'ê de tevlî pêngavê dibin. Wekî din, Tabûra Jinan a Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê cihê xwe di nava pêngavê de digire. Hêzên me bi daxwazeke mezin tevlî pêngavê bûn, ji ber ku weke hêzên jinan wezîfeya me ya sereke ye ku em li dijî DAIŞ'ê şer bikin. Ji ber ku em hêza azadî û parastina jinan e."
Ehmed anî ziman, ku ew dixwazin di demeke kin de pêngavê bibin serî, bejahiya Dêra Zorê rizgar bikin û gelên xwe ji zilm û zordariyê rizgar bikin.
JI BO DÊRA ZORÊ, LI ÎDLIBÊ TAWÎZ DAN TIRKIYEYÊ
Fermandara YPG û QSD'ê Newroz Ehmed di dewama axaftina xwe de ketina dewleta Tirk a nava Îdlibê nirxand û işaret bi xemsarî û sekna Rûsya û rejîmê ya li pêşberî vê rewşê kir.
Ehmed ev nirxandin kir: "Li aliyê Îdlibê hin tawîz dan, ku karibin Dêra Zorê bi dest bixin û li rojhilatê Sûriyeyê bibin hêz. Bêguman nepêkan e ku haya Rûsya û rejîma Baasê ji peymana navbera Tirkan û El Nûsrayê tine be.
Eger bi wî rengî bûya, wê helwesteke tund nîşan bidan. Ji ber ku dewleta Tirk bi awayekî vekirî bi leşker û wesayitên xwe herêm dagir kiriye. Li aliyê din bi alîkarî û pêşengiya hêzeke welê kete nava Îdlibê ku ti cudahiya wê hêzê û DAIŞ'ê ji hev nîne. Weke hev in. Her çend Cephet El Nûsra navekî cuda bi kar tîne jî, ew û DAIŞ yek in.
DIBE KU JI DAIŞ'Ê JÎ XETERETIR E
Der barê parçekirina Sûriyeyê de me sûcdar dikin. Halbûkî yê Sûriyeyê parçe dike dewleta Tirk e. Niha bi Nûsra re li hev kirine, hikumeta demî ava kirine, diyar kirine ku sînor çawa bi kar bînin û bi çi rengî piştgiriya hev bikin. Ev yek xeteriya herî mezin e li ser yekparebûna axa Sûriyeyê û paşeroja gelên Sûrieyê ye. Dibe ku DAIŞ'ê jî xeteretir be.
Rûsya, Îran û rejîm ji bo dest bi pêngava Dêra Zor bikin, li Îdlibê rê dan Tirkiyeyê û çavên xwe li peymana navbera Tirkiye û Cephet El Nûsra girtin. Ev peyman bêguman li dijî me tê kirin. Em baş bi kûrahiya armancên wan nizanin, lê belê di armanca wan de şaşitiyek heye. Tirkiye Kurdan dike hedef, lê ya ku dewleta Tirk li Îdlibê dike ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo tevahiya Sûriyeyê xeteriyeke mezin e. Parçekirin û dagirkirina Sûriyeyê ye.
Divê ti hêz jî li pêşberî vê bêdeng nemîne. Hêzên navneteweyî di çarçoveya hin berjewendiyan de vê rewşê qebûl dikin, lê belê bi qebûlkirina vê yekê re zerara herî mezin didin xwe."