MSD'ê salvegera rizgariya Minbicê pîroz kir
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), yekemîn salvegera rizgariya Minbicê pîroz kir.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), yekemîn salvegera rizgariya Minbicê pîroz kir.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), bi wesîleya 1. salvegera rizgariya Minbicê, ku 15'ê Tebaxa par bi desteka QSD'ê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê ye. Ev xelateke li ser sînga rizgarvanan û taca şehîdên ku giyana xwe ji bo vê pêkanînê feda kirine. Ev rizgarkirin li gelê me, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê ku bi xwîna xwe mînakên herî berz ên fedatiyê raber kirin, pîroz be."
MECLÎSÊN SIVÎL Û RÊVEBERÎ HATE SILAVKIRIN
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Avakirina Meclîsa Sivîl ji gelê Minbicê destpêkeke rast a rêvebirina bajar û birêxistinê ye. Ev yek jî bi rêya damezrandina sîstema asayîşê ku ewlekariyê misoger bike, sîstema dozgeriyê ku zagonan pêk bîne ye.
Hêviya me ji Meclîsa Sivîl a Reqayê ye, ku bi awayekî çalak dest bi kar kiriye, bi sedan welatî pêşwazî kir û hewl dide bi hevkariya QSD'ê û MSD'ê careke din şert û mercên jiyanê li herêmê rizgarkirî pêk bîne.
Em Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, desteka xwe ji Meclîsa sivîl û Rêveberiya Xweser a Minbicê re diyar dike. Ev yek jî wê heta pêkanîna hêviyên gelê me di avakirina Sûriyeyeke demokratîk li gor sîstema federaliyê, dewam bike."