Li Tirbespiyê cenazeyê şehîd Mecîd hate veşartin

Li Tirbespiyê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mecîd Heskî li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.

Bi sedan welatiyê navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê, endamên Saziyên Civaka Sivîl û şervanên YPG/YPJ′ê beşdarî merasîmê bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê ve destpê kir. Piştre li ser navê YPG/YPJ′ê Fermandar Bihar Îbrahîm û Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Karker Hisên axivîn.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û serkeftinên li Rojava-Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin, hatin pîrozkirin. Her wiha hat zanîn ku ev serkeftin bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê hatin bidestxistin.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

 Herî dawî jî cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.