Li Siwêdayê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li herêma Sîna ya Siwêdayê ji ber teqînekê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Sîna ya Siwêdayê, ji ber teqîna ku li nava komek ji ciwanan û zarokan rû da, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî tenduristiyê, Werd Cad El Barokî yê 9 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Nasnameya zarokê din ê jiyana xwe ji dest da, diyar nebû.

Hate ragihandin ku 2 cenaze û 6 birîndar birin Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê û rewşa tenduristiyê ya hin birîndaran giran e.