Li Reqayê 46  çete hatin kuştin

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya bi pêşengiya şervanên YPG, YPJ û QSD’ê didome, şervan her bi pêş ve diçin û dor li çeteyên DAIŞ’ê teng dibe.

Li taxên Reqayê şer bi hemû giraniya xwe didome li gel vê jî şervan bi peş ve diçin  û xelekê li çeteyên DAIŞ’ê teng dikin. Di şerê şevê dî de 46 çete hatin kuştin û 4 wesayîtên mayînkirî hatin ruxandin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê di roja 72`an de didome, şervanên QSD`ê li bajêr bi pêş ve diçin. Ji şevê din ve li taxên  Mansûra û Reşîd  ku dikevin rojhilatê bajêr, şer bi hemû dijwariya xwe didome. 

Li taxa Mansûra 13 çete û li taxa Reşîd 19  çete hatin kuştin. Dîsa li Taxa Reşîd çeteyek bi saxî ket destê şervanan û wesayîtek bombebarkirî hat ruxandin.Li taxa Nezlêt Şihadê ya başûrê bajêr jî şer derket û di encamê de 9 çete hatin kuştin. Li vir jî şervanan wesayîtek a çeteyan ruxandin.

Li taxa Deriyê ya rojavayê bajar jî şer qewimî  û li gor agahiyên hatin bidestxistin 5 çete hatin kuştin û du wesayîtên bombebarkirî  ji aliyê şervanan ve hatin ruxandin.Di şer  de du şervanên QSD`ê şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.