Li Muhata Cefar êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hate şikandin

Li Muhatta Cefar êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ku Rejima Baas jî bi tankan  piştgiriya çeteyan kiribû ji aliyê şervanên QSD’ê  ve hate şikandin.

Îro saet di 12.00’an de çeteyên DAIŞ dîsa êrîş biribûn ser nuqteyên QSD yê Muhatta Cafer û yên ku di navbera çeteyên DAIŞ'ê û şervanên QSD’ê de pêvçûnên giran dest pê kiribû.  Piştî saatekê rejîmê jî piştgiriya DAIŞ kiribû û bi tankên xwe gulê barandibû ser çeperên  QSD’ê yên Muhatta Cefar.

Şervanên QSD’ê êrîşên DAIŞ şikandin. Di encamê şerê li herêmê  de gelek çete hat kuştin. Lê belê piştî ku rejîm ji bo piştgiriya DAIŞ gule barand ser çeperên  QSD’ê, 5 şervanên Pengava Bagera Cizîrê şehîd bûn.