Li Minbicê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 ş ervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebulnasir Helaq û Usamea Hisên bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebdulnasir Helaq û Usama Hisên ên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristan Şehîdan a Minbicê veşartin.

Di merasîmê de Endamên Meclîsên Zagonsaz û Rêveber û Komîteyên wan, Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û trafîkê amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve destpê kir. Piştre Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Xanim Îbrahîm, Berdevka Fermî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û Hevserokê Komîteya Karê Derve Şêx Elî Cemîlî axivîn. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û bal kişandin ser girîngiya şopandina rêya şehîdên ku bi fedekariya wan Bakurê Sûriyê ji terorê rizgar dibe.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahî Sûriyê, dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayikan ve hatin veşartin.