Li Dêrikê cenazeyê şervanên YPG’ê Baran û Mezlûm hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê yê enternasyonalîst Baran Sason û Mezlûm Cûdî bi merasîmekê bi heybet veşartin.
Bi sedan welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanê YPG’ê yê enternasyonalîst Baran Sason û Mezlûm Cûdî bi merasîmekê bi heybet veşartin.
Gelê Dêrikê li pêşiya Nexweşxaneya Dêrikê li hev civiyan û cenazeyê şervanên YPG’ê yê ji Hollandayê Gesegmenteerde Hepger (Baran Sason) û Mihemed Selîm Yekît (Mezlûm Cûdî) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Berdevkê Fermî yê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî û wiha got; “Di şexsê şehîd Baran û şehîd Mezlûm de, em hemû şehîdên azadiyê yên ku tiştê xwe yê herî buha kirin qurbana rûmeta mirovahiyê, bi bîr tînin. Şehîd Baran ê ku li dijî DAIŞꞌê parastina nirxên mirovahiyê kir, bû pirek di navbera gelên Rojhilata Navîn û Ewropayê de.”
Nûrî bal kişand ser şoreşa Bakurê Sûriyê ku temsîla heqîqeta civak û hemû pêkhatyên herêmê dike û got:“Tenê şoreşa me û hêzên me li hemberî çeteyên DAIŞꞌa ku endazyarê terorê û serokê AKPꞌê Erdogan temsîla wê dike, sekinî.″
Di merasîmê de hevalekî Şehîd Baran Sason axivî û got: “Şehîd Baran canê xwe fedayî doza azadiyê kir. Ji bo belavkirina azadiyê û eşkerekirina rastiya terora hovane, pêwîst e em riya Şehîd Baran bişopînin.”
Li ser navê TEV-DEMꞌê Seîd Sîpan jî axivî û got: “Em çiqasî pesnê şehîdan bidin jî em ê nikaribin mafê wan bidin, ji ber ku şehîd tiştê xwe yê herî buha dikin qurbana azadiya me ya ji komên çete yên ku dar û keviran jî dikujin. Dijminê me tu nirxên exlaqî û mirovî nas nake. Bila hemû cîhan bizane ku dawiya Erdogan li Efrînê ye, ji ber ku Berxwedana Serdemê ji her kesî re îsbat kir ku Efrîn ji dijminan re asteng e û ew ê bibe goristana êrîşkeran.”
Pişrtî axaftinan nasnameya her du şehîdan hetin xwendin û radestî Meclîsa Malbatên Şehîdan hate kirin.
Piştre şervanên YPGꞌê darbesta şehîdan hilgirtin ser milên xwe û bi tîlîliyên dayikan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.