Li Derezorê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Taybet ên QSD`ê bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî li nêzî bajarokê El-Bisêra yê li rojhilatê Dêrazorê operasyonek li dar xist û çeteyekî DAÎŞ’ê girt.

Li gorî malpera fermî a QSD’ê li dijî serçeteyekî DAÎŞ’ê operasyonek hatiye lidarxistin.

QSD`ê li ser malpera xwe piştrast kir ku di çarçoveya operasyonê de bi ser cih de hatiye girtin û serçeteyê DAIŞ’ê li maleke li gundê Deman ê nêzî bajarokê El-Bisêra hatiye girtin. Di kontrolkirina malê de, gelek çek û teqemenî jî hatin dîtin û çek û alavên leşkerî yên hatine dîtin, hatine desteserkirin.