Li Dêra Zorê bahoza tozê
Pêngava Bagera Cizirê ya rizgarkirna Dêra Zorê ya hêzên QSD’ê didome. Îro piştî nîvro li herêmê bahoza tozê rabû.
Pêngava Bagera Cizirê ya rizgarkirna Dêra Zorê ya hêzên QSD’ê didome. Îro piştî nîvro li herêmê bahoza tozê rabû.
Di Pêngava Bagera Cizirê de pêşveçûnên hêzên QSD’ê didome, li aliyê din şerê li herêmê jî bi dijwar bû. Li herêmê îro di seat 15:30’an de bahoza tozê rûda û çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyên hêzên QSD’ê dike.
Bi taybet li herêma Dêra Zorê ku ev 2 sal e dibin kontrola çeteyên DAIŞ’ê de ye, jiyana çolê û aliyê erdingariya herêmê baş dizanin. Çeteyên DAIŞ’ê bahoza tozê ya li herêmê ji xwe re weke firsendekê dibînin û êrîşî nuqteyên hêzên QSD’ê dike. Şerê li herêmê bi hemû leza xwe didome û li aliyê din jî bahoza tozê jî bi dijwarî didome. Li rexmê hemû zoriyan şervanên QSD’ê jî bersiva êrîşan didin. Şerê li herêmê bê navber didome.
Çeteyên DAIŞ’ê ku dema bahoza tozê radibe, bi çekên ferdî êrîşî nuqteyên QSD’ê dikin.
Li rexmê toz û firtoneya li Dêra Zorê, şervanên QSD’ê bersiva hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dide. Navbera dîtinê ketiye derdora 5-10 metreyan û metirsiya helwdanê xwekujî yên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zêde bûye.