Li Cindirês û Racoyê şerê giran diqewime

Li navçeyên Cindirês û Raco yên Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyê wê de şerê dijwar rû didin. Artêşa Tirk li ser gundên Şerayê êrîşa hewayî kir, top li gundê Mabatayê jî tê barandin.

Li gundê Baflorê yê girêdayî herêma Cindrêsê û li gundê Mûska yê girêdayî Raco di navbera şervanên QSD‘ê û artêşa Tirk û çeteyên wê de şer bi dijwar diqewime.

Li aliyê din jî artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê yên DAIŞ û El- Qaide gundên Baflonê, çemê Omera bi balafir û çekên giran topbaran dike.

Her wiha gundên Dimîlya, Behdîna, Kopê, Berbenê yên navçeya Mabata topbaran dike.