Li ber deriyê sînor ê El Welîd şer diqewime -NÛ BÛ

Ji ber şerê navbera Pêşmergeyan û çekdarên Heşdî Şabî yên li ser sînor, çend top li nêzî Deriyê sînor ê El Welîd ê li nêzî guhdê Siwêdiyê yê Rojava ket. Tê gotin, ku xebatkarekî li ber derî jiyana xwe ji dest daye, 4 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, danê sibehê şer di navbera hêzên Pêşmerge ji aliyekî ve û artêşa Iraq û çekdarên Heşd Şabî ji aliyekî din, li ser sînorê herêma Dêrikê ya Rojava û Başûrê Kurdistanê de, rû da.

Hat ragihandin, ku 4 topên hawanê saet di 10'an de li derdora Deriyê El-Welîd ê nêzî gundê Siwêdiyê yê girêdayî herêma Koçeratan a herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê ketine.

Di encama topbaranê de, xebatkarekî deriyê sînor jiyana xwe ji dest da  û 4 kes ku di nava wan şervanên YPG, endamên Asayîşê û sivîl hene, birîndar bûn.

Birîndar niha li nexweşxaneyên Dêrikê têne dermankirin.