Li Amûdê alîkariya mirovî ji koçberan re hate dayîn

Şênî û sazî piştevaniya madî û manewî ji bo koçberan û hêzên leşkerî dewam dikin. Ev dîmen ruhê hevgirtinê bi malbatên koçber ên Rojava re digel van şert û mercên mirovî yên dijwar û seferberiyê de nîşan dide.

Endamên Kongra Star û Saziya Xêrxwazî ya Barzanî xwarin, mazot û pêdiviyên bingehîn li malbatên koçber ên li bajarê Amûdê yê Rojava belav kirin.

Endamên Kongra Star û Mala Jinê ya Amûdê xwarin li malbatên koçber ên ji Reqa û Tebqayê hatine belav kirin.

Girêdayî mijarê, welatiyên gundewarê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê nivîn û betanî ji keç û xortên xwe yên li eniyên şer re kom kirin û şandin. Welatiyan got ew ê bi hêz, keç û xortên xwe re ne.