Komeke din a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Hesekê
Komeke ciwanên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya bersivdayîna banga seferberiya giştî de gihîşt bajarê Hesekê.
Komeke ciwanên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya bersivdayîna banga seferberiya giştî de gihîşt bajarê Hesekê.
Li ser banga seferberiya giştî ya li dijî êrişên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk yên li ser Rojava, komeke din a ciwanên ji Başûrê Kurdistanê gihaşt bajarê Hesekê.
Ciwanê bi navê Osman Cîhad ê ji Kerkûkê got: "Em ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê hatine vir. Em amade ne parastina tevahî Kurdên Kurdistanê bikin."
Ciwanê bi navê Luqman ê ji navçeya Qerehîncîrê jî ev peyam da: "Em komeke ciwan bi rih fedaî ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê hatine vir."
Ciwanê bi navê Rojgar ê ji navçeya Daqûqê yê Kerkûkê bang li tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku werin Rojava û wiha got: "Em hatine Rojavayê Kurdistanê da ku li cem gel û şervanên xwe bisekinin. Ez bang li hemûyan dikin ku tev li refên parastinê bibin."