Koalîsyona Navneteweyî bi Meclîsa Sivîl a Tebqayê re rûnişt
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, li Taxa El Meqasimê li gel Meclîsa Sivîl a Tebqayê rûnişt û soza alîkarîkirinê ya di warê zimetê de ji bo Meclîsa Sivîl dubare kir.
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, li Taxa El Meqasimê li gel Meclîsa Sivîl a Tebqayê rûnişt û soza alîkarîkirinê ya di warê zimetê de ji bo Meclîsa Sivîl dubare kir.
Heyeta Koalîsyona Navneteweyî ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkiya yê Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ`ê Brett Mcgûrk, Cîgirê Fermandarê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê Rûbert Jones û rêveberên DYA, Fransa û Îngîltereyê pêk dihat, serdana bajarê Tebqayê kir û bi Meclîsa Sivîl a Tebqayê re civiya.
Civîna ku ji çapemeniyê re girtibû, du saetan dewam kir. Di civînê de Hevserokên Meclîsa Sivîl a Tebqayê Roşen Hemî û Ehmed Şeban, Serokê Meclîsa Lihevanîna Êlan Hamid Ebdullrehman û gelek rûspiyên herêmê jî, amade bûn.
Li gorî agahiyeke ji çavkaniyê ji hundirê civînê hate girtin, Meclîsa Sivîl a Tebqa û Koalîsyona Navneteweyî di civînê de, bal kişand li ser rewşa xizmetguzariyê ya li bajar û hat destnîşankir ku Koalîsyona Navneteweyî ji bo gihandina avê û elektirîkê û her wiha sererastkirina nexweşaxaneya Tebqa, vekirina dibistanan û destekdayîna ji bo koçberên li Tebqayê, soza destekdayînê da.