Karwanê alîkariyê ya ji 80 kamyonan pêk tê, gihişt Rojava

Karwanê alîkariyê ya ji Başûrê Kurdistanê bi rê ket, derbasî Rojava bû.

Di çarçoveya piştgiriya berdewam a rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê ya ji bo xelkê Rojava de, karwanekî alîkariyê yê ji 80 kamyonan pêk tê, îro di deriyê sînor ê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû.

Rêxistin û saziyên civaka sivîl ên li Başûrê Kurdistanê ji bo piştgriya gelê Rojava dest bi kampanyayên berhevkirina alîkariyan kiriye. Heta niha çend karwanên alîkariya mirovî ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bûne.