Ji Qamişlo heta Amûdê bi hezaran kes ji bo Ocalan dimeşin

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran kes ji Qamişlo heta Amûdê dimeşin.

Bi hezaran kesên li herêma Cizîrê dijîn, ji bo rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê eşkerekirin dest bi meşê kirin. Meşa dirêj ji gundê Hîmo yê nêzî navenda bajarê Qamişloyê bi qîrîna dirûşmên "Em ê sîstema Îmraliyê bişikînin û bi Rêber Apo re bi awayekî azad bijîn" dest pê kir.

Çalakger bi dirûşman dilsoziya xwe ya bi Ocalan re nîşan didin û bi hilgirtina pankartên ku pêkanînên faşîzan ên dewleta Tirk şermezar dikin, ber bi navçeya Amûdê ve dimeşin.

Hêzên Asayîşê û Hêzên Zabita Şaredariyê parastina çalakgeran dikin. Endamên Heyva Sor a Kurd jî ji bo rewşeke awarte cihê xwe di meşê de girtine.