Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê li dijî ‘Mertala Firatê’ bang kir
Kombûna Tugayên Firat-Cerablûs yên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ku dibin banê QSD’ê de ye li dijî çeteyên ‘Mertala Firatê’ yên girêdayî Tirkiyeyê banga têkoşînê kir.
Kombûna Tugayên Firat-Cerablûs yên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ku dibin banê QSD’ê de ye li dijî çeteyên ‘Mertala Firatê’ yên girêdayî Tirkiyeyê banga têkoşînê kir.
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bal kişande li ser zext û direwên komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê li Cerablûsê dikin, banga ‘parastina xaka xwe’ li gelê Cerablûsê kir.
Daxuyaniya ku ji aliyê Feramndarê Leşkerî yê Cerablûsê ku weke Kombûna Tugayên Firat-Cerablûs tê zanîn Îbrahîm Ehmed ve wiha ye;
“Ji bo hemû welatiyên me yên bi rumet ên ku cane xwe ji bo welat feda kirine. Çeteyên Mertala Firatê yên piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirin û Cerablus û Bab dagirkirine, malên welatiyan û xaka wan ji wan standin û ew talan kirin.
Em şervanên QSD’ê zarokên şêniyên vê herêmê ne, em bang dikin ku şêniyên Cerabulsê yên bi rumet li dijî komên talankirin û şelandinê derkevin û serî hildin. Em ji şêniyên Cerablûsê dixwazin ku li dijî van kesên ku xak û zeviyên gel talan dikin derkevin. Kesên wiha dikin, çete û talankarin.
Em wekî şervanên QSD’ê em ê bi hemû tiştên xwe yên giran buha tekoşîn, em amadene ku cane xwe fedayî welatê xwe bikin û şêniyên herêmên xwe ji zilim û zordariyê xilas bikin.”
Li herêmên Şehbayê yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin gelek bûyerên talankirin û şelandina welatiyên sivîl ji aliyê çeteyên Mertala Firatê ve pêk hatine. Di heman demê de koçberkirina bi dare zorê û guhertina demokrafî li herêmê bi destê artêşa Tirk û çetyên wê zêde bûne.