Ji bo parastina bajaran li her kolanê komên parastinê
Şêniyên Rojava di çarçoveya seferberiya giştî de parastina bajarên xwe didomînin.
Şêniyên Rojava di çarçoveya seferberiya giştî de parastina bajarên xwe didomînin.
Li ser banga seferberiya giştî ya ku QSD û Rêveberiya Xweser ji bo parastina herêmê ji êrişên çeteyên hikuemta demkî ragihandiye, şêniyên Rojava xwe li gorî koman bi rêxistin kirine û taxên xwe diparêzin.
Komên parastinê ku bi rihê berpirsyarî û hevgirtinê li kolan û di nava taxan de belav bûn, tedîbrên parastinê girtine. Li deriyên ketin û têketina bajaran jî bendên kontrolê danîne.
Îşev jî şênîbi moralekî bilind, coş, stran, gerandina govendê, hûnandina keziyan ji aliyê jinên ciwan li bendên kontorlê, kolanên sereke û yên şaxî parastinê didomînin.