HRE sabotaj li wesayita leşkerî kir: 5 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand li navçeya Şerayê wesayiteke zirxî ya dewleta Tirk kirine hedefa xwe û 5 leşker kuştin.

HRE'yê ragihand li gundên Mereskê û Meryemînê yên navçeya Şera ya Efrînê li dijî du wesayitên zirxî yên 'kirpî' çalakiya sabotajê kirine.

Hate ragihandin di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin, 8 birîndar bûne.

HRE'yê got, ''Ev çalakî ji bo bersivdane dijî kirina dermirovî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser şehîdgehên me yên Efrînê hatiye kirin.''